Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên li ser Şerayê berfireh dikin

Hêzên dagirker topbarana li ser gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê berfireh kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên li ser Şerayê berfireh dikin
3 sibat, 2020   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxe û Kela Şewarxe yên navçeya Şera ya kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Dagikeran êrişên xwe gihandin gundên Elqemiyê û Irşadiyê.

Hate ragihandin ku bi dehan top û moşek li ser van gundan ketine. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan.

Di êrişa vê sibehê ya li ser gundên Aqîba yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de welatiyê bi navê Elî Menle şehîd bû.

ANHA