Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot

Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê, êş û azarên gel di bin zulma û zordariya dewletê de vegot.

Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
Mîhrîcana Mîtan zulma dewletê vegot
3 sibat, 2020   16:37
ŞEHBA

4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê di roja xwe ya 9‘an de berdewam dike. Îro şanoyek nû bi navê "Tenê henek bû" hate pêşandan. Şano ji aliyê Ehmed Îsmaîl ve hatiye nivîsandin û Zeyneb Mihemed û Loran Hesen ve hatiye derhênerkirin.

Çalakiya mîhrîcanê bi pêlîstokekê destpê kir, ku bal kişand ser azarên şêniyên Efrînê yên ku di kantonê de man û hêviyên wan ku şêniyên Efrînê yên li Şehbayê kantonê rizgar bikin.

Piştre şanoyê "Tenê henek bû" hate pêşandan ku zulm û zordariya dewletê a li ser gel vedibêje.

Şano ji jin û hevserê wê pêk tê, di saetên şevê de saziyên dewletê telefonê dike û dixwaze ku hevser roja din sibeha serî li saziyê bibe. Li vir jin û hevserê di nava tirsê de mînin.

Roja din hevser diçe saziya dewletê, ku pirsa kesekî jê dikin û piştre vedigere malê bêyî ku bawar dike. Hevjîna wî kêfxweş dibe ku hevserê wê bi silametî vegeriya. Di heman rojê de ewlehiya dewletê careke din lê digere û dixwaze ku dîsa serî li wan bibe. Di wê şevê de jî bi tirs û fikr dimîne.

Di dawiyê de hevalê wî dibêje ku wî ji hevjîna wî xwestiye ku biçe gel wan û hemû henek bû, tu tewan li dijî wî tunene.

Şano bi awayekî komîk asta tirsê ya ku dewletê di nava gel de çêdike vedibêje da ku nehêle gel baga azadî û mafên xwe bidin.

Sibe roja dawî ya mîhrîcanê ye, dê şanoya "Derwêşê Evdê" were pêşandan.

ANHA