Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin

Şêniyên herêma Tebqayê sersaxî ji malbata şehîd Mecîd Mihemed Filêc (Idrîs) re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mecîd re hate xwestin
3 sibat, 2020   15:22
TEBQA

Şervanê QSD‘ê Mecîd Mihemed Filêc (Idrîs) beriya du rojan dema erka xwe ya parastinê pêk di anî di encama teqîna mayîna leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora navçeya Eyn Îsayê de şehîd bû. Cenazeyê şehîd Idrîs duh bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê îro ji saetên sibehê ve herikin bin konê sersaxiyê yê şehîd Idrîs û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîna El-Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şervanên QSD‘ê yên di çeperên şer de silav kir.

Emîna banga xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir û soza şopanndina rêya wan da.

ANHA