Şûnwarên bajarê Reqayê bi tunebûnê re rû bi rû ne

Mudirê Muzexaneya Reqayê Mihemed Izo destnîşan kir ku pêwîste ji nû ve şûnwarên Reqayê werin restorekirin. Ew şûnwar bi tunebûnê re rû bi rû mane. Her wiha destnîşan kir ku Komîteya Şûwaran û Muzexaneyan a Reqayê nêz maye qonaxa duyemîn a restorekirina muzexaneya bajêr bidawî bike.

Şûnwarên bajarê Reqayê bi tunebûnê re rû bi rû ne
Şûnwarên bajarê Reqayê bi tunebûnê re rû bi rû ne
Şûnwarên bajarê Reqayê bi tunebûnê re rû bi rû ne
3 sibat, 2020   07:45
REQA-EHMED ESAF-EMAR ABDULATÎF

Şûnwar, depoya çandî ya gelan e. Ew şaristanî û çanda wan gelan rave dike. Bajarê Reqayê mîna tevahiya bajarên Sûriyê xwedî dîrokek zengîn e. Gelek şûnwarên dîrokî tê de hene. Dîroka wê bi destpêkirina şaristaniyê re li hewza Geliyê Rafîdên destpê kir. Dîroka hewza Geliya Rafîdên yekemîn şaristiyên dîroka mirovatiyê tê hesibandin.

Di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de komên çeteyan bajarê Reqayê kontrol kirin. Di wê demê de şûnwarên dîrokî yên bajêr talan û wêran kirin.

Komîteya Şûnwaran a Reqayê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka avabûnê ve gelek projeyên da destpêkirin da ku şûnwarên bajêr  û gundewarê restore bikin.

Mudirê Muzexaneya Reqayê Mihemed El-Izo hejmara şûnwarên Reqayê û xebatên Komîteya Şûnwar û Muzexaneyan a Reqayê ji bo parastin û restorekirina şûnwaran bibîr xistin. El-Izo diyar kir ku 500 cihên dîrokî li herêmê hatine belgekirin. Di nav de gir, avahiyên di ser erdê re belî ne û avahiyên di bin axê re.

Têkildarî girîngtirîn qonaxên rêwîtiya lêkolînan ku li herêmê çêbûne El-Izo got: "Vekolandin li bajarê Reqayê di 1942`an de li herêmaê qesrên Abasî destpê kirin. Gelek şandeyên sûrî, ewropî û amerîkî heta sala 1980`an de hatin herêmê û lêkolîn kirin. di heman salê de muzexaneya Reqayê hate avakirin. Bi avakirinê re dest bi vekolandinê hate kirin."

Derbarê binpêkirinên ku li dijî şûnwaran hatine kirin El-Izo got: "Di salên derbasbûyî de cihên dîrokî rastî gelek binpêkirinan hatin. Hatin talankirin û wêrankirin. Ji ber wê ji me hemûyan tê xwestin em wê ji windabûn û tunebûnê ve biparêzin."

El-Izo cihên dîrokî yên ku pêwîst in werin resotrekirin bibîr xistin, mîna Deriyê Bexda, Sûra Reqayê ya dîrokî yên ku dîroka wan vedigerin serdema Abasî. El-Izo destnîşan kir ku di havîna borî de beşek jê hate restorekirin. Bi hatina zivistanê re xebatên komîteyê rawestîn. Her wiha Keleha Caber li bajarê Tebqayê hate restorekirin.

El-Izo bal kişand ser ku derfetên madî yên kêm li pêşiya xebatên restorekirinê dibin asteng.

El-Izo di nav gotinên xwe de xeteriyên ku şûnwarên dîrokî yên bajarê Reqayê tehdîd dikin bibîr xistin. El-Izo diyar kir ku hinek şênî û koçberan navendên dîrokî ji xwe re kirin mesken.

Di dawiyê de El-Izo got Komîteya Şûnwaran a Reqayê hindek maye qonaxa duyemîn ji restorekirina muzexaneya Reqayê bidawî bike. Komîteyê ji vê projeyê armanc dike wan şûnwaran biparêze.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/70uHTOtjlTg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>