Şêniyên Efrînê ji bo koçberên li kampa Waşûkanî banga alîkariyê kirin

Saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê ji bo koçberên li kampa Waşûkanî banga alîkariyê li civaka navdewletî kir.

Şêniyên Efrînê ji bo koçberên li kampa Waşûkanî banga alîkariyê kirin
1 sibat, 2020   13:22
ŞEHBA

Di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 300 hezar kes hatin koçberkirin. Rêxistinên navdewletî yên mirovî erkê xwe yê li beramberî koçberan pêk nayînin.

Di kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê de bi hezaran koçber hene, di nava şert û mercên zehmet û kêmbûna alîkariyan dijînin.

Saziyên civaka sivîl a herêma Efrînê li ser mijarê daxuyaniyek da û banga şandina alîkariyê ji bo koçberên li kampa Waşûkanî kirin.

Daxuyanî bi tevlîbûna endamên Yekitiya Êzidiyan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kongreya Star, endamên meclis û komîan li kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate xwendin.

Daxuyanî bi bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Ronahî Oso û Hisên Welo ve hate xwendin.

“Di derbarê vî şerê ne exlaqî de yê li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî û gelê Başûr û Rojhilata Sûriyeyê de, dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe û temamkirina nexşeya Osmaniyan, bi rêya rêxistinên terorîst Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de qirkirin hatin kirin û demografî hate guherandin. Li pêşberî çavê cîhanê gelê me koçber bû.

Ji bo gelê me yê ji Serêkaniyê koçber bûne, em saziyên civaka sivîl diyar dikin ku em amade ne piştgiriyê bidin gelê xwe yê li Kampa Waşûkanî.

Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bila alîkariyê bidin gelê me yê li kampan.

Em bang li dewletên mezin dikin ji bo ku dewleta Tirk ji ser axa Sûriyeyê vekişe divê têkevin nav hewldanan.”

ANHA