Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra malzarokê hate dayîn

Li Hesekê der barê nexweşiya penceşêrê ya gerdena malzarokê û çawaniya parastina ji nexweşiyê semînerek hate dayîn.

Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra malzarokê hate dayîn
Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra malzarokê hate dayîn
Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra malzarokê hate dayîn
Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra malzarokê hate dayîn
1 sibat, 2020   13:44
HESEKÊ

Weqfa Jinên Rewşenbîr bi koordîneya Heyva Sor a Kurd têkildarî nexweşiya penceşêrê ya gerdena malzarokê,  sedemên wê û çawaniya parastina ji nexweşiyê semînerek organîze kir.

Semîner bi amadebûna endamên Kongreya Star û tevlî bi dehan jinên bajêr li hola Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê hate danîn.

Bijîşka beşê jinê Hiyam El-Xedîrî semîner da. Hiyam sedem û cûreyên nexweşiya penceşêrê ya gerdena malzarokê bi bîr xist û got: "Nexweşiya penceşêrê ya gerdena malzarokê ji cûreyên şaneyên laminate yê gerdena malzarokê destpê dike. Sedema sereke ya vê nexweşiyê HPV ye."

Hiyam wiha domand: " Gava jin bi vîrusa HPV dikeve, pergala laşparêziyê laşê mirov rê nade ku zirarê bigihîne, lê vîrus bi salan di nav sedeqe biçûk de xelas dibe û beşdarê veguheztina hin şaneyên cervical di nav hucreyên penceşêrê de ye."

Hiyam destnîşan kir ku keşifkirina bi lez a ji penceşêrê yek ji rêbazên dûrketin û parastina ji nexweşiyê ye.

Rêvebera Weqfa Jinên Rewşenbîr a Qamişlo Ahîn Mihemd jî got, civê jin li tenduristiya xwe baş binere û mehana ezmûna pêwîst çêbike.

Di dawiya semînerê de Hiyam bersiva pirsên beşdaran dan.

ANHA