Kuştiyên çeteyan di şerê li herêmên girê Radarê de bûn 10

Di şerê navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker de yê li herêmên girê Radarê, gundên Xerbeş û Til Rîhal ên herêma Şehbayê de, hejmara kuştiyên çeteyan bûn 10.

Kuştiyên çeteyan di şerê li herêmên girê Radarê de bûn 10
1 sibat, 2020   12:21
ŞEHBA

Nûçegihanên me ji herêmê ragihand ku şer li herêma girê Radarê û gundên Til Rîhal û Xerbeş ên herêma Şehbayê de yê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ji Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Cebhet El-Şamiyê, berdewam e.

Li gorî agahiyên destpêkê hejmara kuştiyên çeteyan 4 bûn, lê di encama şerê bênavber li herêmê de hejmar bûn 10 kuştî.

(fr)

ANHA