Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê derket

Brîtanya îro bi awayekî fermî ji YE’yê derket. Bi vê yekê Brîtanya dibe yekemîn dewlet ku ji YE`yê derdikeve.

Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê derket
31 ÇILE, 2020   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî daxuyaniyên serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson beriya seatekê ji derketina dîrokî ya Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê (YE), hin kes dibînin ku derketina Brîtanyayê ji YE`yê, destpêka pêvajoya guhertin û nûkirina li welêt e.

Dê 73 endamên Brîtanyayê kursiyên xwe yên di Parlamentoya Ewropayê de êdî tune bin û Brîtanya dê ji hemû sazî û dezgehên siyasî yên YE’yê derkeve. Lê Brîtanya dê qanûnên YE`yê  di dema veguhastinê de bişopîne û dê Dadgeha Ewropayê der barê binpêkirinên qanûnî de erka darazê pêk bîne.

Dê Brîtanya bikare dest bi tedbîrên dan û standinan bi hemû dewletan re der barê pêkanîna yasayên nû yên têkildarî bazarê de pêk bîne.

Beriya niha Brîtanyayê nikaribû di dema endamtiya xwe ya YE`yê de dan û standinên bazirganî yên fermî bi dewletên mîna DYA`yê û Awistralyayê re bikirana. Her wiha alîgirên derketina Brîtanyayê ji YE`yê dibînin ku azadiya Brîtanyayê siyasetên bazirganiyê danîn, bi wê yekê dê aboriya Brîtanyayê xurt bibe.

Her wiha dê Brîtanya dan û standinan bi hevalbendê xwe yê dîrokî Amerîkayê re pêk bîne, piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump derketina Brîtanyayê erê kir û diyar kir ku dê aboriya nû baş bike.

Wekî din, li pêş Brîtanyayê hê gelek tişt hene ku bi YE’yê re gotûbêj bike, ji ber ku peymana bazirganiyê di navbera Brîtanya û Yekitiya Ewropayê de cihekî sereke ye. Her wiha da ku pêwîstiya xerckirina bazirganiyên li ser kel û pelan û bendên gumrikan piştî dema veguhastinê tune bin.

Dema ku her du alî bigihîjin hevpeymanên bazirganiyê, dê heta dema bidawîbûna veguhastinê, nekeve meriyetê.

Rojnemeya Times a Brîtanyayê wiha da zanîn: "Derketina Brîtanyayê ji YE`yê nakokiya ku welêt parçe dike, bi dawî kir. Her wiha dê li benda bijartinên zehmet be, lê ev bijartin dê deriyekî ji derfetan re veke.”

Rojnemeyê wiha domand: “Hin brîtanî roja derketina ji YE`yê pîroz dikin ku xeyalekî wan ê bi salan bû, lê hin dibînin ku rojeke xemgîniyê ye, ji ber ku nasnameyeke ku pê ve hatibûn girêdan, qut bû. Lê piranî rehet in ku êdî ev nakokiya ku welatê derdora wî û malbat ji hev qut kirin, bi dawî bû. Ji dema ku serokwezîrê berê David Cameron ve banga referanduma gel der barê derketina ji YE`yê de kir.

The Times dibîne ku Brîtanya ku îro ji YE`yê derdikeve, ne ew Brîtanya ye ku di 1973`yan de ketiye Yekitiya Ewropayê. Her wiha The Times diyar kir ku ji sedemên derbasbûna Brîtanyayê li bazara Ewropayê ya 20 salan dereng xistiye, ew bû ku zehmetiya di navbera serdestiya neteweyî û sûdwergirtina ji derfetên bazara hevbeş, her wiha ew ji sedemên ku hişt Brîtanya îro ji YE`yê derkeve.

(jo)

ANHA