Erdogan gef li rejîma Sûriyê û Rûsyayê xwarin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din gefên bikaranîna rêbazên leşkerî li dijî rejîm û Rûsyayê xwarin heke êrişên leşkerî li dijî Idlib û Helebê ranewestînin û li aliyekî din jî Moskovê piştrast kir ku êrişên li dijî çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk, wê metirsîdar dike.

Erdogan gef li rejîma Sûriyê û Rûsyayê xwarin
31 ÇILE, 2020   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Erdogan li hember rayedarên AKP’ê gef xwarin û wiha got: "Em li hember bombebaranên li dijî sivîlên li Idlib û Helebê temaşevan namînin."

Erdogan wiha lê zêde kir: "Der barê tiştê ji me tê xwestin de, dudilî nabin, mîna bikaranîna hêza leşkerî heke êrişên leşkerî li dijî bejahiyên Heleb û Idlibê ranewestîn."

Erdogan di demeke berê de gotibû ku wan Rûsya agahdar kir ku sebra wan der heqê berdewama bombebaranên li dijî Idlibê de nema û Rûsya heta niha li gorî peymanên Soçî û Astanayê tev nagere.

Girêdayî heman mijarê, berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku Moskov li gorî tevahî bendên peymana Soçiyê ya li ser Idlibê tev digere. Lê belê êrişên terorîst ên bênavber li van herêman cihê metirsiyê ne.

(fr)