Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin

Koçberên Waşokanî piştrast kir ku rewşa wan jiyanî dijwar in û azar hene, her wiha rêxistinên navneteweyî der heqê vê yekê de paşguh in û dev ji israra li ser berxwedanê heta rizgarkirina herêmên wan, bernadin.

Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
Koçber li gel rewşên giran ên jiyanî jî berxwedana xwe didomînin
31 ÇILE, 2020   10:14
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Hejmara koçberên bi darê zorê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji herêmên li ser sînor derketine, gihîşt zêdetirî 300 hezarî û Rêveberiya Xweser 64 navend li Hesekê erkdar kirin û kampa Waşokanî ya li rojavayê bajarê Hesekê, vekir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Heyva Sor a Kurd, tevahî pêdiviyên koçberan li gorî derfetên heyî ji navendên tenduristî, dibistanan re peyda kirin da ku zarok ji xwendinê bê par nemînin.

Rewşên mirovî yên dijwar û biazar, israra koçberan têk nebir û nebû sedema qutkirina têkiliyên biratiya gelan. Her wiha tevahî koçberên di kampê û navendan de hatine bicihkirin, ji hev re dibin alîkar.

Ajansa ANHA’yê li kampa Waşokanî gerî û hevpeyvînek bi koçbera bi navê Subhiye Mistefa El-Mirî ya ku ji Serêkaniyê ye, pêk anî. Subhiye bal kişand ser ku pêdiviya wan bi alîkariyan heye da ku debara malbata ji 9 kesan pêk tê, bê kirin û spasiya rêveberiya kamp û rêxistina Hevya Sor a Kurd kir.

Subhiye Mistefa piştrast kir dê di kampê de heta vegerê û rizgarkirina ji warên xwe ji qirêjiya delweta Tirk a dagirker û çeteyên ku li dijî sivîlan komkujî pêk anîne, li ber xwe bidin.

Fatme Mihemed koçbera ji gundê Menacîr ê girêdayî bajarê Serêkaniyê destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê  wek çeteyên DAIŞ’ê, malên wan dizîn û wêran kirin.

Fatme Mihemed diyar kir ku rewşa wan di kampê de baş e û got heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di warê wê de bin, venagere.

(fr)

ANHA