Xewnên serweriyê bûne alozî… gelo dê Cezaîr Tirkiyê ji krîzê xelas bike?

Serdana serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan a dawîn ji Cezaîrê re bû mijara rojeva çapemeniya erebî. Siyasetmedar û çavdêr armanca serdana Erdogan bi pêkanîna projeyan ve girê didin, nexasim li Cezaîrê.

Xewnên serweriyê bûne alozî… gelo dê Cezaîr Tirkiyê ji krîzê xelas bike?
31 ÇILE, 2020   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN-UMER MUSA

Çavdêran serdana Erdogan bi "Hewldana keysbazkirina serweriyeke aborî-tirkî li Cezaîrê dike, beramberî vê yekê piştgiriya siyasî ya Cezaîrê ji bo projeyên xwe li herêmê, nexasim li Lîbyayê qezenc bike" pênase kir.

Di vê mijarê de ajansa me hevpeyvîn bi lêkolînerê siyasî yê misrî Cemal Raif re çêkir. Raif serdana Erdogan bi armancên sereke ve girê dide.

‘PIŞTÎ LI TUNISÊ BI BIN KET, ERDOGAN BERÊ XWE DA CEZAÎRÊ’

Raif got: “Armanca yekemîn ev e; dewleta Tirk çi bi rêya piştgiriya siyasî be û çi jî bi piştgiriya birêvebirinê, hewldana peydakirina rêyekê di nava dewletên derdora Lîbyayê dike. Lê ji ber artêşa neteweyî ya Lîbyayê deryayê kontrol dike, Erdogan nekarî derbasî beravên Terablusê bibe. Serdana Erdogan ji Cezaîrê re, serdana Erdogan a ji Tunisê re tîna bîra mirov, lê ji Tunisê jî nekarî derbasî Lîbyayê bibe. Îcar berê xwe da Cezaîrê û hewldana qezenckirina projeyên bazirganiyê dike, da ku rêya derbasbûna ji Lîbyayê re hêsantir bibe.”

‘CEZAÎR DÊ HEWLDANA TIRKIYÊ QEBÛL NEKE’

Lêkolîner Raif texmîn dike ku Cezaîr jî dê ber bi siyaseta Tirkiyê ve neçe û got: “Nexasim ku Cezaîr endameke rêxistina OPEC e û xwedan petrol û gaz e. Li gel vê yekê çi li bazara giştî be û çi jî ji bo firotinê be, têra dewletê dike. Di encamê de ji berjewendiyên dewleta Cezaîrê ye ku nakokiyan bi dewletan re çêke û projeyên Tirkiyê bi cih bike. Sedema vê yekê jî li du aliyan vedigere, ew jî ev:

Dewletên Rojhilata Navîn Erdogan û siyasetên wî yên li herêmê red dikin û sedema duyemîn jî dewletên Rojhilata Navîn gazê didin beravên Ewropayê û ew jî siyaseta Tirkiyê ji Lîbyayê re red dikin.

Cezaîr di salên 90’î de ji ber şepêlên îslama siyasî bi şerê navxweyî re rû bi rû ma. Şepêlên îslama siyasî xwedan fikreke tundraw bûn. Ji ber vê yekê ew ê Cezaîr piştgiriya xewna Osmanî neke, nexasim ku serok Abdulmecîd Buton piştgiriya fikrê dewleta neteweyî dike.”

Lêkolîner û çavdêrê misrî Cemal Raif axaftina serokê Cezaîrê Abdulmecîd Buton armanca Tirkiyê li Lîbyayê bi bîr xist û got: “Serok Abdulmecîd di civîna çapemeniyê de axivî û hevkariya bazirganiyê paşguh nekir. Her wiha têkiliyên di navbera her du welatan de jî nekir yekalî û duzenî xiste navberê. Erdogan nikare beramberî krîza aborî bê deng bimîne. Ji ber vê yekê Cezaîr wekî hêviya dawîn a aboriyê dibîne, lewma di kêmî mehekê de 2 caran bi serokê Cezaîrê re civiya. Erdogan beriya niha piştî Konferansa Berlînê bi serokê Cezaîrê Abdulmecîd Botun re civiyabû.”

Cemal Raif armanca din bi şerê petrolê ve girê da û got: “Erdogan dixwaze aloziya enerjiyê derbas bike. Ji ber hindik maye rewşa hundirîn a Tirkiyê xerab bike û bû sedema şerê navxweyî yê li herêmê. Tirkiyê zêdetirî ji sedî 85 ji pêwîstiyên xwe yên petrolê ji derve werdigire, ji ber vê yekê dixwaze wekî Rojhilata Navîn hevalbendan çêke. Rojhilata Navîn di bin navê komxebata gaza Rojhilata Navîn de bû rêxistineke herêmî.

Piştî Erdogan di diziya petrola Lîbyayê de bi ser neket, rewşa hundirîn a Tirkiyê aloztir bû, ji ber vê yekê hem di serwerkirina madeyên Lîbyayê de û hem jî di yên Sûriyê de bi ser neket. Ji ber ku beriya ku DYA`yê ptrola Sûriyê kontrol bike, çeteyan ptrol didizîn û derbasî Tirkiyê dikirin.

Her wiha cezayên Amerîkayê li derxistina petrola Îranê ferz kirin, aloziya erejiya Tirkiyê kûrtir kir.”

‘XEWNÊN TIRKIYÊ PÊK NAYÊN LEWMA BERÊ XWE DIDE CEZAÎRÊ’

Raif got Erdogan Cezaîrê wekî rêya xelasiyê ji xwe re dibîne, lewma hewldana çêkirina hevkariyeke bazirganiyê dike da ku xwe ji aloziya hundirîn a Tirkiyê xelas bike.

Raif got: “Erdogan di xewna xwe de bi bin ket. Piştî dewletên Rojhilata Navîn hevkariya xwe mîsoger kirin û bûn xwedan projeyên hevkar, xewna Erdogan êdî bi ser neket. Mentiqê têkiliya Cezaîrê bi Lîbyayê re xwe dispêre aramiyê, parastina sînor û Cezaîr di aloziyê de nebe yekalî. Her wiha Cezaîrê bi baldarî nêzî beşdariya dewletên cîran ji civînên bi armanca misogeriya aşîtiyê bêne lidarxistin dibe. Ev jî bû sedema ku Cezaîr beşdarî kongreyê Berlînê bibe. Nexasim ku Lîbyayê berdewamiya ewlehiya dewletên derdora wê ye û dê rê neda dubarekirina ezmûna Sûriyê li ser sînorê wê. Di encamê de domdar ew dewlet hewldana aramkirina aloziyê dikin.

Ev yek û helwesta Cezaîrê ne li gorî xwesteka Tirkiyê ne û Tirkiyê hîn zêdetir dixwaze li Lîbyayê gendeliyê derxe û bi vê yekê serweriya berhemên Lîbyayê bike.”

Raif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Cudahiya nêrînên der barê aloziya Lîbyayê de yên di navbera Tirkiye û Cezaîrê de, li pêşiya hevkariya siyasî ya aloziyê dibe kelem.”

(eh)