Mijarên rojnameyên erebî – 31 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser dorpêçkirina Rûsyayê ya Erdogan li Sûriyê û rê li pêş sloganên ku diavêje girt, her wiha behsa civînên li Londonê yên Amerîka û Ewropayê der barê dosyaya Sûriyê yên ferzkirina bergiriyên tund ên aborî û dîplomatîk li dijî rejîmê da ku peymanên bi Moskovê re bi paş ve bikişîne, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 31 Çile
31 ÇILE, 2020   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa mîsogerkirina Rûsyayê ya Colanê ku xaka Sûriyê ye û Îsraîlê dagir kiriye, keşifkirina rayedarekî li ser xapandina dewleta Tirk a derbaskirina çekan li Terablusê û derewandina Iraqê ya jinûve destpêkirina oprasyonên Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê, kir.

EL-EREB: SERWERIYA RÛSYAYÊ LI SÛRIYÊ, ERDOGAN DORPÊÇ DIKE

Têkildarî rewşa Sûriyê û pêşdeçûnên meydanî li Idilbê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya rê li pêş sloganên bihêrs ên ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser êrişên ku hêzên rejîma Sûriyê ya bi piştevaniya balafirên Rûsyayê li dijî Bakur û Rojavayê Sûriyê pêk tîne, girt û êdî ew daxuyaniyên gur ku dide, wek xapandinekê ne.

Şerên ku koalîsyona Şam, Moskov û milîsên Îranê li dijî herêmên di bin serweriya komên opozîsyonê yên alîgirên Enqereyê de ne, şermeke rastîn ji Erdogan re pêk tîne û her wiha metirsiyên li ser siyaseta derve ya Enqereyê li Sûriyê, dosyaya nakokiya li Deryaya Spî û Lîbyayê çêdike.

Êdî helwesta dewleta Tirk li pêş Rûsyayê bi sedema girêdana her du welatan a têkiliyên aborî yên pêşketî û zindî li gorî Enqereyê, bi taybet jî derbasbûna boriyên gaza Rûsyayê bi rêya xaka Tirkiyê wek rêya gihandina ber bi Ewropayê ve, lawaz e.

Çavdêr bi dûr naxin ku rexneyên Erdogan ji Moskovê re û axaftina wî ya mirina xebatên Astana û Soçiyê, dibe ku dabeşkirina rolan be û bi hevkarê re xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re beşdar be. Her wiha rexneyên tund ên îşaretê yekser bi Rûsyayê dikin, piştî rexne li dijî Şam û milîsên girêdayî Îranê bûne, bi hedefa hêdîkirina komên Sûriyê yên nêzî Enqereyê ye ku hin ji wan bi hezaran çekdarên xwe bi rê dikin Lîbyayê, da ku piştevaniya keda dewleta Tirk a leşkerî ya piştevaniya hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac bikin.”

EL-BEYAN: RÛSYA; COLAN XAKA SÛRIYÊ YA DAGIRKIRÎ YE

Girêdayî mijara Sûriyê, rojnameya El-Beyan wiha got: "Rûsyayê piştrast kir ku Colan xaka Sûriyê ye ku Îsraîlê bi awayekî nerewa dagir kiriye û bal kişand ser ku bi serweriya Îsraîlê li vê herêma dagirkirî, itîraf nake.

Nûnerê daîmî yê Rûsyayê li NY’yê Vasily Nebenzîa li gorî daxuyaniyên ku ajansa ‘Meen’ a Filistînê ragihandiye, wiha got: "Kê Peymana Sedsalê ya der barê lihevkirina Filîstîn û Îsraîlê de amade kiriye ku pê re jî nexşeya girêdayî vê peymanê belav kir ku Colan xaka Îsraîlê ye. Ev yek jî binpêkirina eşkere ya biryarên Meclisa Ewlehî ya Navdewletî ye. Colan, xaka Sûriyê ye ku bi şêweyekî derqanûnî û nerewa hatiye dagirkirin."

ŞERQ EL-EWSET: HEMLEYA AMERÎKAYÊ LI SER EWROPAYÊ DA KU FIŞARÊ LI ŞAMÊ BIKE

Têkildarî cezayên Amerîkayê li dijî Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Li Londonê di rojên borî de, rêzecivînên Amerîka û Ewropayê yên neeşkere li ser lêkolînkirina pêşniyara Washington a xwedîkirina fişarên siyasî yên tund û ferzkirina bergiriyên aborî û dîplomatîk li dijî Şamê ku lihevkirinên xwe bi Moskovê re bi paş ve bikişîne, pêk hatin."

Mijara hevkariya Amerîka-Ewropayê, ji yek dosyayên dan û standinên wezîrê karên derve Mike Pompeo ya duh li paytexta Brîtanyayê pêk hatiye bû û her wiha civînên nûnerê Amerîkayê ya li Sûriyê Jams Jeffrey bi rayedarên Ewropayê li Brokselê di wê der barê de bûn. Di vê der barê de Jeffrey pisporên cezayên aborî bi xwe re birin da ku YE’yê li ser hemleya bergiriyên Amerîkayê ya dê li gorî Qanûna Qeyser bê ferzkirin, îqna bikin.

Naveroka civînên London a di duşem û sêşemê de pêk hatine wiha ne; dan û standinên Amerîkayê bi rêvebertiya Jeffrey û cîgirê wê Joel Robren û dan û standinên Ewropayê bi beşdariya nûnerên dewletên endam li Sûriyê, dan û standinên Amerîka- Ewropayê yên beriya lidarketina civîna "koma biçûk" bi beşdariya Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Erebistana Siûdiyê, Urdin, Misir û beşdariya serokê Desteya Dan û Standina Sûriyê opozîsyon Nesir El-Herîrê.

ŞERQ EL-EWSET: RAYEDAREK; XAPANDINA DEWLETA TIRK A DERBASKIRINA ÇEKAN JI MILÎSÊN TERABLUSÊ RE EŞKERE KIR

Rayedarekî leşkerî yê lîbyayî yê payebilind li ser xapandina dewleta Tirk a şandina çekan eşkere kir ku dewleta Tirk karî keştiyên çek û alavên leşkerî bişîne ji milîsên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac re.

Rayedarê payebilind ê artêşa wetenî ji Şerq El-Ewset re wiha got: "Parçeyên deryayî yên dewleta Tirk, bi taybet di perava Terablusê re bi îdiaya ku nûnertiya NATO’yê dike û bi hedefa girtina çeteyên Sûriyê yên ku bi rêya peravên Lîbyayê revîne û qedexekirina koçberiya nerewa, derbasî peravên Lîbyayê bûn."

Rayedar wiha domand: "Tirkiyê îdia kir ku koçberên nerewa girtin û pêdiviya wan a redestkirina li peravên girêdayî hikumeta El-Sîrac heye. Dewleta Tirk navê NATO’yê di qedexekirina koçberiya nerewa de derfet û hincet girt û alavên bêtêl ên NATO’yê di derbaskirinê de  bi hinceta parastina peravên Lîbyayê de bi kar anîn. Her wiha bi hinceta ku endamê NATO’yê ye kiryara xwe rewa dike, lê armanc cuda ye."

Heman rayedarî wiha lê zêde kir "Em dikarin bibêjin ku nehedefgirtina 2 keştiyên Tirkiyê, ji bo nepêkanîna krîza mezin bi NATO’yê re bû. Her wiha serokê Deryayî yê Artêşa El-Wetenî gefa nûqîkirina çi parçeyeke leşkerî ya Tirkiyê ku nêzî peravên Lîbyayê bibe, xwaribû."

BEWABET EL-EHRAM: IRAQÊ, JINÛVE DESTPÊKIRINA OPERASYONAN BI KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ YA LI DIJÎ DAIŞ’Ê RE, DEREWAND

Girêdayî Iraqê rojnameya Bewabet El-Ehram wiha nivîsand: "Berdevkê artêşa Iraqê lîwa Abdulkerîm Xelef duh diyar kir ku welatê wî dest bi xebata bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê re ya bi serkêşiya DYA’yê nekiriye."

Reutersê di demeke berê de bi bîr xist ku artêşa Iraqê biryar da ku dê ji nû ve operasyonên xwe bi Koalîsyona Navdewletî re dest pê bikin, ji ber ku terorên DAIŞ’ê çalakiyên xwe li gelek herêman aktîf kirin.

Artêşa Iraqê der barê berdewama çalakiyên DAIŞ’ê de, biryar da ku divê xebatên hevpar ji aliyê piştevaniya asîmanî û li gorî pêdiviyên hêzên me, pêk bên.

Iraqê piştî kuştina Qasim Suleymanî û êrişên Îranê yên li ser baregehên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê, operasyonên leşkerî yên hevpar bi Koalîsyona Navdewletî re rawestandibûn.

(fr)