Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê: Tekane rêya pêkanîna hêviyên gel yekitî ye

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd bang li tevahî partî û hêzên kurdistanî kir ku ji bo yekitiya kurdî bixebitin û destnîşan kir ku “Tekane rêya pêkanîna hêviyên gelê Kurd û rêgirtina li ber destwerdanên derve, yekitî ye.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Efrînê: Tekane rêya pêkanîna hêviyên gel yekitî ye
31 ÇILE, 2020   07:15
ŞEHBA

Di demekê de ku êriş li dijî gelê Kurd hene, girîngiya yekitiya Kurdan zêdetir derdikeve holê. Di demên dawîn de ji bo pêkanîna yekitiya kurdî gelek hewldan û însiyatîf derketin. Lê heta niha ev hewldan negihîştine encamekê. Ji ber ku hêzên derve dest tê werdidin û hin partî jî li gorî berjewendiyên wan hêzên derve ji yekitiya Kurdan direvin.

Girêdayî mijarê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdî.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Fîdan Mihemed got: “Yekitiya kurdî destkeftiyeke nîştimanî ye û pêwîstiyek e. Her wiha ji bo rawestandina koçberiyê gaveke girîng e. Divê kedeke pratîk were dayîn û Kurd werin birêxistinkirin. Her wiha nakokiyên navxweyî werin çareserkirin da ku rê li ber mudaxeleyên derve ku hebûna kurdî dikin hedef, bi taybet rê li ber projeya Tirkiyê ya li Bakurê Sûriyê were girtin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê nivîskar Mihemed Welîd bal kişand ser girîngiya avêtina gavên pratîk û got: "Di demekê de ku li ser gelê Kurd êriş, komkujî û hewldanên qirkirinê hene, yekitî pêwîstiyek e da ku rê li ber van êrişan bigire. Gelê me ji bo azadiya xwe bi hezaran şehîd dane, yekitî mîsogeriya parastina destkeftiyên şehîdan e. "

Welîd bang li hemû hêz û aliyên kurdî yên siyasî û rewşenbîran kir ku mil bi mil bixebitin da ku hêviyên gelê Kurd pêk werin.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mihemednûr Mihemed sedemên ku yekitiya kurdî asteng dikin bi bîr xistin û got: "Divê partiyên siyasî yên ku xwe spartine dewleta Tirk a faşîst, nas bikin ku dewleta Tirk dijminê herî mezin ê gelê Kurd e û naxwaze yekitiya kurdî çêbe."

Mihemed bang li partiyên kurdî kir ku siyasetên xwe di ber çavan re derbas bikin û gavên cidî ji bo pêkanîna yekitiyê biavêjin. Mihemed got: "Divê ew alî li encamên siyasetên xwe binêrin û Efrîna dagirkirî mînak bigirin. Divê bi lez gavên pratîk werin avêtin da ku yekitiya kurdî ya dûrî ajandeyên herêmî were avakirin."

ANHA