'Girêdana ENKS'ê ya bi dewleta Tirk ve yekîtiya Kurdan asteng dike'

Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto got: “ENKS yekîtiya Kurdan asteng dike. Ji ber ku bi gelek lihevkirinan girêdayî dewleta Tirk e. Em bang li  gelê Kurd dikin ku fişarê li partiyên kurdî bikin da ku li ser maseyekê kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.”

'Girêdana ENKS'ê ya bi dewleta Tirk ve yekîtiya Kurdan asteng dike'
31 ÇILE, 2020   05:49
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî da ku însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ku ji bo yekîtiya Kurd dabû destpêkirin.

Rêveberiyê daxuyaniyek da, tê de diyar kir ku partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dikarin buroyên xwe vekin û xebatên bêyî astengî dewam bikin. Lê heta niha ENKS'ê bi hincetên cûda ti gav ne avêtiye û yekitiya Kurdî asteng dike.

Têkildarî girîngiya avakirina yekîtiya kurdî rûsiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto ji ANHA'yê re axivî.

Silêman di destpêka axaftina xwe de got: "Wekî tê zanîn ku ENKS'ê girêdayî îtîlafê ye, heta niha ji bo yekitiya kurdî ti biryar nedaye. Lê ya ku em dibînin ENKS'ê ji berê bêtir helwesta xwe guhertiye. Lê hin kesayet yekîtiyê asteng dikin ji ber bi dewleta Tirk ve girêdayî ne."

Şeto destnîşan kir ku ENKS yekîtiya Kurdî asteng dike û got: “Ji ber ku bi gelek lihevkirinan girêdayî dewleta Tirk ji ber vê yekê nikare dûrî planên Tirkiyê li herêmê bikeve. Biryara çarenûsî ya yekîtiyê di destê gelê Kurd de ye. Divê partiyên kurdî nêrîna gel bi cidî bigirin. Me bi hezaran şehîd û birîndar dane. Heger di mijara yekîtiyê de em bi bin ketin dê karesetek li ser gelê Kurd çêbibe."

Rûspiyê eşîra Hevêrka di berdewama axaftina xwe de bang li gel û partiyên kurdî kir ku ji planên derve hişyar bin.

Şeto îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurd kir û got: “Divê partiyên kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî ji ber ku îro roja yekitiya kurdî ye. Dewletên mezin nexşeya nû ya Sûriyê xêz dikin. Divê em parçeyê serke yên vê nexşeyê bin. Heger Kurd nebin yek mafên xwe bi dest naxin. Însyatîfa fermandarê QSD'ê Mezlûm Ebdî baş e. Ji bilî hin kesayetan gelek partiyan destek dan vê însyatîfê. Lê bi demê re wê van însyatîfan a yekîtiya Kurdî qebûl bikin."

Rûspiyê eşîra Hevêrka ya Kurd Silêman Şeto bang li gelê Kurd kir ku fişarê li partiyên kurdî bikin da ku li ser maseyekê kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oGxGELZoRTI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>