​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser bi wezîrê derve yê Finlandayê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wezîrê derve yê Finlandayê re hevdîtin kir û gelek mijar girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser bi wezîrê derve yê Finlandayê re civiya
​​​​​​​Şandeya Rêveberiya Xweser bi wezîrê derve yê Finlandayê re civiya
30 ÇILE, 2020   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hevserokê Daîrye Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Umer, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cîzîrê Nezîra Gewriyê, cîgirê hevserokatiya Daîrye Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û nûnerên Rêveberiyê Xweser a dewletên  Scandinavian
Şiyar Elî pêk dihat îro hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve yê Finlandayê Becca Haavisto re pêk anî. Hevdîtin li avahiya wezareta derve ya Finlandayê pêk hat.

Di serdanê de mijarên girêdayî rewşa giştî ya Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê, rewşa koçberan û sûcên li dijî welatiyan li herêmên dagirkirî hatin gotûbêjkirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser girîngiya vekişandina Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî, derbasbûna hêzên parasatina aştiya navdewletî yên li herêmên û vegera ewle ya koçberan destnîşan kir.

Her wiha şandeyê behsa projeya Erdogan a guhertina demografî û qirkirina etnîkî li herêmên dagirkrî bi hinceta çareserkirina pirsgirêka koçbran kir û destnîşan kir ku Erdogan projeya xwe ya ne mirovî di bin banê Neteweyên Yekbûyî de û bi desteka dewletên Ewropayê dimeşîne. Endamên şandeyê ji wezîrê derv xwest ku rola xwe di Yekitiya Ewropayê de bi cih bîne û da ku projeya nejadperest a li dijî hemû qanûnên navdewletî were rawestandin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bal kişand ser rewşa koçberan û neşandina alîkariyên mirovî, bi taybet piştî biryara Neteweyên Yebûyî ya girtina deriyê sînor ê Til Koçberê û îşaret bi girîngiya ku alîkarî bi rêya rêxistinên xwecihî û rêxistinên NGO derbasî herêmên bibin kirin.

Şandeyê destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku Finlanda rola xwe ya çareseriya siyasî bilîze û ji bo beşdarkirina kurdan û nûnerên Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî û komîteya destûrî de bixebite û got, bêyî beşdarkirina nûnerên pêkhateyên Sûriyê ne mumkine çareseriyeke siyasî rasteqîn pêk were.

Di hevdîtinê de mijara girtiyên DAIŞ û malbatên wan ên li herêmên Rêveberiya Xweser hate nîqaşkirin, hate gotin ku divê civaka navdewletî bi rêveberiyê re li ser darizandina çeteyan bibe alîkar. Wezîrê Karê Derve yê Finlandayê nerazîbûnê xwe ji ber gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ji saetên destpêkê yên êrişên Tirkiyê wan daxuyaniyên şermezariyê dan û firotina çekdan ji bo Tirkiyê qedexe kirin. Wezîrê Derve yê Finlada got ew li dijî guhertina demografî ne û bi vegera koçberan a li herêmên xwe ne.

Piştî civînê kongreyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

ANHA