Piştî êrişa Îranê, DYA'yê pergala "Patryot" li Iraqê belav bike

Wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) got piştî êrişa Îranê ya li Iraqê DYA`yê hewl dide moşekên Patryot li Iraqê belav bike.

Piştî êrişa Îranê, DYA'yê pergala "Patryot" li Iraqê belav bike
30 ÇILE, 2020   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku DYA`yê bi Iraqê re kar dike da ku pergala parastina hawayî ya "Patryot" belav bike. Bi taybet piştî topbarana Îranê ya li dijî bargehên leşkerî yên Iraqî ku hêzên Amerîkayê tê de bi cih bûne.

Mark Esper bersîva pirsa rojnamevanan da û got: "Beriya ku em çekan belav bikin, divê em destûra hikumeta Iraqê bi dest bixin."

Ji aliyê xwe ve serokê komîteya yekitî ya serokên hêzên çekdar ên Amerîkayê general Mark Millie got: "Di vî warî de em bi hikumeta rê kar dikin."

(şx)

ANHA