85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê

Lîwa El-Şemal Demokratîk a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk beşa sêyemîn a koçberên bajarê Idlibê pêşwazî kirin.

85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
85 malbatên din ên ji Idlibê gihaştin Minbicê
30 ÇILE, 2020   18:24
MINBIC

85 malbat ji koçberên bajarê Idlibê îro gihaştin deriya Ewn Dadat ê ku dikeve xeta çemê Sacûr a di navbera Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de yê li bakur û rojavayê Minbicê. Ev derî nuqteya gihaştina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û dawiya rêwîtiya koçberiya ji herêmên dagirkirî ye.

Piştî banga Fermandariya QSD'ê ku gotibû ew amade ne şêniyên Idlibê yên ji ber şerê li herêmê koçber dibin pêşwazî bikin, şêniyan Lîwa Şemal Demokratî ya Girê QSD'ê koordîne kir da ku xwe bighêjin herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şêniyên Idlibê Pira Ewn Dadaetê ya ku ji sedî 90 jê wêran bûye derbas kirin û gihaştin nuqteya Hêzên Lîwa Şemal Demokratîk.

Koçberê bi navê Yihya Ebû Saa ji gundê El-Ramî ya girêdayî Çiyayê Zawiyê ya parêzgeha Idlibê ye bi Hêzên Lîwa El-Şemal a Demokratîk re koordîne kir da ku bi rêya Minbicê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Yihya Ebû Saa destnîşan kir ku balafirên rejîma Sûriyê bi dijwarî herêmê bombebaran dikin û koçberan dikin hedef. Rejîmê heta nexweşxane jî topbaran kirin. Ebû Saa rave kir ku çeteyan herêm bi rêya Tirkiyê firotin Rûsya û rejîma Sûriyê. 

Ebû Saa diyar kir ku êdî baweriya wan bi çeteyan nemaye. Idlibê ketiye bin destê Tirkiyê. Ew çi biryar bide, wê li ser gel ferz bibe. Ebû Saa teqez kir ku ew tercîh dikin, bê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li şûna ku li Efrîn, Bab û Cerablusê bimînin. Ji ber ku êdî baweriya wan bi tu herêmekê di bin dagirkirina Tirkiyê de nemaye û dibe Erdogan radestî Rûsya û rejîma Sûriyê bike.

Ebû Saa destnîşan kir ku ji ber tunebûna ewlehiyê li herêmê ji malê xwe derket ne ji wê bûya ew dernediket. Ebû Saa diyar kir ku dema însiyatîfa Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo pêşwazîkirina şêniyên Efrînê bihîstiye yekser dest bi koordîneyê kiriye heta ku ji Idlibê derkeve. Ebû Saa diyar dike ku ne ji însiyatîfa hêzê bûya dibe ku di nav çolê de bimana. Ebû Saa bang li şêniyên Idlibê kir ku werin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku berbijarka herî rast e.

Girêdayî heman mijarê Mihemed El-Şêx ê ji Çiyayê Zawiye axivî û rewşa Idlib û Çiyayê Zawiye bi "Trajedîk" wesifand. El-Şêx diyar kir ku herêm bi şev û roj tê bombebarankirin.

El-Şêx got, koçberbûna şêniyên Idlibê tê wateya koçberbûna ji Qelemûn, gundewarê Şam û Himsê û bi xem got: "Bila birêz Erodgan şas bibe!"

El-Şêx destnîşan kir ku şêniyên Idlibê bi kêfxweşî însiyatîfa QSD`ê pêşwazî kirine. Ew însiyatîf wan ji mirinê xilas kir. El-Şêx spasiya QSD`ê ji ber îsniyatîfê kir û anî ziman ku ne ji wê bûye çaranûsa şêniyên Idlibê mirin bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk cih û pêdiviyên koçberên Idlibê bi cih tîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PN7ZZqUXh9U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>