Zaroka ku di êrişa li ser Qamişlo de birîndar bû, heta niha 5 caran hat emeliyatkirin

Sara ya ku lingê wê yê rastê di encama bombebarana dagirkeriya Tirk a li dijî Qamişlo de qut bû, 5 caran emeliyat bû. Rewşa wê ya tenduristî û psîkolojîk baştir dibe û niha jî tedawiya fizîkî dibîne.

Zaroka ku di êrişa li ser Qamişlo de birîndar bû, heta niha 5 caran hat emeliyatkirin
29 ÇILE, 2020   10:51
QAMIŞLO – ŞÎNDA EKREM

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Cotmeha 2019`an de taxên Zeytûniyê, Xerbiyê, Beşîriyê û Qodurbeg li bajarê Qamişlo bi topan hedef girtin.

Di encamê de jineke temenmezin û zarokekî 10 salî şehîd bûn û gelek kes û di nav de Sara ya 7 salî jî birîndar bûn. Lingê rastê yê Sarayê qut bû û gelek cihên din di lingê wê yê çepê de şikestin. Her wiha birayê Sarayê Mihemed Yûsif di heman rojê de şehîd bû.

Rewşa tenduristî û psîkolojîk a Sarayê xirab bû, di encamê de di 26`ê Cotmeha 2019`an de Heyva Sor a Kurd Sara û malbata wê derbasî Başûrê Kurdistanê kir ji bo dermankirinê.

Sara li Nexweşxaneya Farûq a li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê hate dermankirin, bi rêya telefonê bi dayika Sara, Narîman Adil diyar kir ku 5 emeliyat ji lingê Sara re hate kirin û roj bi roj rewşa wê ya tenduristiyê baş dibe. Narîman destnîşan kir ku Sara niha dermankirina fizîkî dibe û wiha domand: "Li gorî bijîşkan ku piştî dermankirina fizîkî, dê lingekî çêkirî jê re bê danîn."

Piştî birîndarbûna Saraya 7 salî rewşa wê ya psîkolojîk xirab bû, 6 rojan neaxivî û tenê digot “kanî lingê min? Ez ê çawa bimeşim? Kanî Mihemed?”

(jo)

ANHA