Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

​​​​​​​Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê 47 şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn.

Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
Li Şedadê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn
29 ÇILE, 2020   10:12
​​​​​​​HESEKÊ

Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê bi merasîmekê şehîdên meha Çileyê bi bîr anîn. Endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma bîranînê bûn. 47 şehîdên ku hatin .bibîranîn, di 3 salên derbasbûyî de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne

Di merasîmê de navên şehîdên ku hatin bibîranîn, ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra El-Ehmed ve hatin xwendin

Di merasîmê de hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, her wiha îşaret bi rola şehîd û şehadetê kir û got ew çavkaniya ewlehiyê ne. Nacî Nicûm wiha anî ziman: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dawîn ên dewleta Tirk li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê sekinîn û berxwedaneke bêhempa meşand. Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de hemû çekên pêşketî û di nav de çekên qedexkirî bi kar anîn. Armanc ew e ku xewn û xeyalên xwe yên guhertina demografiya herêmê pêk bîne."

Nacî Nicûm bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û bi yekdestî li hember berjewendiyên dagirkeran bisekinin da ku azadiya xwe bi dest bixin.

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îbrahîm El-Hisên wiha got: "Me hêz û cesaret ji lehengên xwe girt ku banga welat bi cih anî û li hember rêxistina herî xeternak a cîhanê şer kir. Lehengên me li hember dagirkeran bi ser ketin."

El-Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin gelên herêmê ji hev qut bikin û hemû destkeftiyên ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan hatine bidestxistin, binpê bikin.

Paşê hevseroka Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadê îşaret bi rola şehîdan û berxwedana wan ji bo bidestxistina azadiyê kir û wiha got: "Berxwedana şehîdên me li hember çeteyan di baregeha dawîn Baxoz de bi ser ket."

Di dawiyê de Silav Şedadê soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî herêmê ji terorîstan da.

(bx)

ANHA