Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ya salvegera 6’emîn a damezirandina rêveberiyê

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê daxuyaniyeke nivîskî bi boneya salvegera 6’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrîn weşand.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ya salvegera 6’emîn a damezirandina rêveberiyê
29 ÇILE, 2020   11:39
ŞEHBA

 

Bi dehan şêniyên herêma Efrînê û nûnerên desteyên herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn ku beşdarî daxuyaniya salvegera 6’emîn a damezirandinê tevî dirûşmên silavkirina şehîd û berxwedanên Serdem û Rûmetê bibin.

Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji hêla hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo û Bekir Elo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Aloziya Sûriyê piştî derbasbûna 3 salan di ser wê re, diyar bû ku tenê nakokî û şer ji bo desthilatê ne û dûrî berjewendiyên civakê yên ku xwe dispêrin guhartina demokratîk in. Her wiha rejîma Sûriyê bi israr e ku li ser metoda xwe ya ewlehî ya redkirina tevahî pêkhate, bimîne û li aliyekî din jî opozîsyonê bi awayekî yekser xwe radestî ajandeyên derve kir ku dûrî rihê şoreşê ye û êdî dîmena şer bû dijberiyeke giştî.

Ji lew re, pêkhateyên Rojava û tê de jî Efrîn bi Ereb û Kurdên xwe şer û nakokiya desthilatiyê nas kir û xeta sêyemîn a ku nûnertiya neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinan dike bijartin û bi vîna xwe ya azad, Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 29.01.2019’an de ragihand. Bi wê re jî berovajî aliyên binakok, saziyên xwe yên ximzetguzariyê parast û gelek saziyên civakî weke; komîn, meclis û rêveberiyên dîtir ku rihê merheleyê diparêze, parastina pêkhate û destkeftiyan dike, debara xwe pêk tîne, parastina hawîrdor û xwezayê dike û her wiha fêrkirina bi zimanê dayikê ji her pêkhateyekê re ku cara yekemîn e li Sûriyê dabîn dike, ava kirin.

Lê belê dewleta Tirk a ku azara fobiya Kurd dikişîne, ji aloziyên xwe yên hundirîn û aborî û hewldana derbayê direve û her wiha tawîzên şikandina çeteyên girêdayî wê di encama lihevkirin û hilweşandina paytexta DAIŞ’ê dide, yekser dest werda û tevî bi hezaran çeteyan bi awayekî hovane ku tê de tevahî çekên pêşketî û qedexekirî bi kar anî, êrişî Efrînê kir, di encamê de sivîl qetil kirin, dar qut kirin û şewitandin, dîrok talan kir û dizî û zêdetirî 300 hezar şêniyên wê neçarî koçberiyê kir û li herêmên Şehbayê piştî koçberiyê bi  cih bûn.

Li gorî wê, Rêveberiya Xweser erka xwe ya exlqaî û siyasî li herêmên koçberiyê pêk anîn, civak bi rêxistin kir, pêdiviyên sereke ji av, xwarin, perwerde û tenduristî dabîn kirin. Her wiha tevî rewşên awarte û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan, şerê taybet û dorpêça ku hikumeta Sûriyê ya ji bo derbaskirina pêdiviyên sereke ji xwarin û dermanan ferz kiriye jî, şênî û rêveberî li ber xwe didin û tê dikoşin.

Bêdengiya navdewletî û rêxistinan der barê dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê û ji bilî wê ji erdnîgariya Sûriyê û hedefgirtina Rêveberiya Xweser û projeya wê ya siyasî, her wiha êrişên dawîn ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û bikaranîna çekên qexekirî ku laboratuarên Swîsreyê sepandiye, cihê şermezarkirina tund e û bang dikin ku helwesteke cidî der heqê dewleta Tirk a dagiker de ku terorîstên tevahî cîhanê xwedî dike û li tevahî cîhanê belav dike, bigirin.

Em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Efrînê ragihandina salvegerê, li malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr yê Efrîn û Şehbayê pîroz dikin û soza berdewama têkoşîn û berxwedana heta rizgarkirina Efrîn û xakên Şehbayê yên dagirkirî, didin."

(fr)

ANHA