Çeteyan xwişk û bira sêwî hiştin

Mihemed û Rexed xwişk û birayên hev in û ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê bê par neman, bûne şahidên qetilkirina diya xwe.

Çeteyan xwişk û bira sêwî hiştin
Çeteyan xwişk û bira sêwî hiştin
29 ÇILE, 2020   08:53
MINBIC-SELWA ABULREHMAN

Hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê ji bîra malbatên bajarê Minbicê neçûye. Ji van serpêhatî û çîrokan yek jî çîroka welatiya bi navê Elya Hesen El-Hesanî ye.

Çeteyên DAIŞ`ê zarokên bi navên Mihemed (7) û Rexed (8) sêwî hiştin û wan ji hezkirina dê û bav pê bar kirin. Çeteyan ji ber diya Mihemed û Rexed qebûl nekir serçavkê bi rûyê xwe de dake, ew revandin û tevî zarokên wê 4 mehan di girtîgehê de hiştin.

CEZAYÊ RECMÊ LÊ BIRÎN

Elya di encamê cezayê recmê de ku lê hate birîn, di 10‘ê Tebaxa 2016‘an li ber çavên malbat û şêniyên hate qetilkirin.

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve di 12‘ê Tebaxa 2016‘an de hevjînê Elya Hesen El-Hesanî di encama teqîna mayinekê de ku li ber mala wî hatibû bicihkirin, jiyana xwe ji dest da.

Lewra kesî Mihemed û Rexed nema û hevsera bavê wan Hala El-Elî (30) ku diya 4 zarokan e, Mihemed û Rexed hembêz kir û xwedî li wan derket. Hala wiha dibêje: "Ev her du zarokên hevserê min in, min qet cudabûn nexistiye navbera zarokên xwe û yên hevserê xwe de. Lewma ez wan xwişk û birayên zarokên xwe dibînim û ji wan re wekî dê û bav im. Ez li şîrketa kehrebeyê dixebitim da ku debara zarokan peyda bikim."

Hala di dawiya axaftina xwe de got: "Ez dest ji zarokên hevserê xwe bernadim, ez ê jiyaneke birûmet ji wan re dabîn bikim, ta bigihîjin asteke bilind.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LpiGOcVOE7o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>