Rewşenbîrên Helebê: Yekitiya kurdî garantiya parastina doza kurdî ye

Rewşenbîrên bajarê Helebê diyar kir ku dewleta Tirk bi siyasetên xwe hewldana têkbirina yekitiya kurdî dike, yekitiya kurdî jî garantiya parastina doza kurdî ye.

Rewşenbîrên Helebê: Yekitiya kurdî garantiya parastina doza kurdî ye
29 ÇILE, 2020   08:47
HELEB-ARIF SILÊMAN

Di demekê de ku mijara yekitiya kurdî zêde ketiye rojevê û tekane rêya parastina doza kurdî ye, hin aliyên herêmî hewl din gavên yekitiyê asteng bikin.

Li ser vê mijarê rewşenbîrên bajarê Helebê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Rojnamevan Bêrîvan Seydo ku endama Komxebata Çandî ya Helebê ye, axivî û got ji beriya çend salan ve Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo yekitiya kurdî kar û xebatê dike û ji beriya salekê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kar û xebata yekitiya kurdî dike. Bêrîvan îşaret bi banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji aliyên kurdî re ku yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrişên artêşa Tirk bisekinin, kir.

Bêrîvan bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdî û got: “Dewleta Tirk plana tunekirina hebûna Kurdan dike, lewma hevgirêdana kurdî-kurdî xizmeta doza kurdî dike.”

Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de îşaret bi daxuyaniya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Daxuyanî xizmeta gelê Kurd nake, ew di pêvajoyeke hesas de ne û pêwîstiya wan bi yekitiya kurdî heye, lewma divê partiyên kurdî yên di bin siya îtîlafê de kar dikin, derkevin.”

Di milekî din de siyasetmedar û helbestvan Ridwan Agirî bal kişand ser girîngiya pêngavê û wiha got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe.Gelê Kurd bi saya hezaran şehîd destkeftî qezenc kirin û li dijî terora cîhanê dîrok nivîsandin, lê ya herî girîng parastina van destkeftiyan e. Ji ber dijminên Kurdan bi hemû hêza xwe hewldana têkbirina van serkeftinan dikin, nexasim dewleta Tirk dixwaze hebûna gelê kurd tune bike, ji ber vê yekê tekane rêya parastina van destkeftiyan, yekitiya kurdî ye.”

Agirî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza hewldana astengkirina yekitiya kurdî dike, ji ber vê yekê nakokiyan derdixîne, ji ber vê yekê divê partiyên kurdî nakokiyan deynin milekî û xizmeta gelan bikin.Di dawiyê de Agirî bal kişand ser lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dFkxHJM5uXo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>