Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin

Şahiya salvegera 5’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê û salvegera 6’emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser, li Kobanê dest pê kir.

Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz dikin
27 ÇILE, 2020   10:50
KOBANÊ

Bi beşdariya bi hezaran şêniyan, beriya çend kêliyan şahiya salvegera 5’emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û salvegera 6’emîn a ragihandina damezirandina Rêveberiya Xweser a Kobanê, dest pê kir.

Girseya gel li Qada Şehîd Egîd ku tê de şerê Kobanê yê dîrokî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û YPG’ê û YPJ’ê de pêk hatiye, kom bûn.

YPG û YPJ’ê di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê Kobanê bi berxwedana 134’an rojan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Beriya wê bi salekê, li Kobanê damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 27’ê Çileya 2014’an de hat ragihandin.

Rêveberiya Xweser a Kobanê her du boneyan bi hev re pîroz dike. Di pîrozbahiyê de, dê pêşandanên hunerî bi beşdariya komên stran û dîlanê bên lidarxistin û her wiha dê rayedarên rêveberiyê jî biaxivin.

Dirûşma pîrozbahiya îsal "Di helwestên xwe de wefadar bin, Kobanê paytexta berxwedana cîhanê îro di roja xwe ya cîhanê de rastî gefên tunekirinê tê" ye.

Di pîrozbahiyê de pêkhateyên Ereb û Kurd ên ku keda wan di şerê rizgarkirina Kobanê de heye, her wiha nûnerên ji rêveberiyên Minbic û Girê Spî û endamên sazî û partiyên siyasî yên Kobanê jî amade ne.

Her wiha hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî jî di pîrozbahiyê de amade ye.

(fr)

ANHA