Li Raî û Cindirêsê di çalakiyên HRE’yê de 4 çete hatin kuştin

​​​​​​​Di 23 û 25’ê Çileyê  de HRE’yê li dijî çeteyên artêşa Tirk çalakiyên sabotajê li dar xistin û di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Li Raî û Cindirêsê di çalakiyên HRE’yê de 4 çete hatin kuştin
27 ÇILE, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxuyaniyekê Hêzên Rizgariya Erfînê (HRE) eşkere kir ku hêzên wan di 23’yê Çileyê de li bajarokê Raî yê Babê li dijî Polîsên Leşkerî çalakiyek li dar xistiye û di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin. Her  wiha di 25’ê Çileyê de jî HRE’yê çalakiyek li dijî çeteyan li dar xist û tê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di 23’yê Çileyê de li gundê Til Battal ê girêdayî bajarokê Raî yê herêma Babê, hêzên me li dijî çeteyên Polîsên Leşkerî çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Di 25’ê Çileyê de li gundê Kefer Sefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê li dijî çeteyên Lîwa Semerkand, hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xist. Encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di van rojên dawîn de artêşa dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan bi awayekî bênavber herêmên Efrîn û Şehbayê topbaran dikin. Di encamê de li herêmê ziyaneke madî çêbû. Her wiha tevgera balafirên bêmirov li herêmê berdewam dike.”