Li Heleb û Idlibê şer giran e… rejîm bi pêş ve diçe

Balafirên Rûsya û rejîmê derbeyên dijwar li dijî bejahiyên Helebê pêk anîn. Di heman demê de di navbera hêzên rejîm û çeteyên dewleta Tirk de bi hewldana rejîmê ya serwerkirina bajarê Meret El-Nûman, şerekî dijwar pêk tê.

Li Heleb û Idlibê şer giran e… rejîm bi pêş ve diçe
27 ÇILE, 2020   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li asîmanên Heleb û Idlibê balafirên şer derbeyên asîmanî yên bênavber didomînin û bi dijwarî herêmên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk dagir kirine, hedef digirin.

Balafirên Rûsyayê derdora Erîha, Seraqib û Cebel Erbeîn, Meret El-Nûman, Bara, Xan Sibil, Riwêha, Cerada, Xan Esel, Raşidîn, Kefernaha, Mensûra û Dail ên rojavayê Helebê, Şohna, Keferhemra û herêma Lêremon a bakurê Helebê, Xilsa, Himêra, Xan Tûman, Zurbê û Zêtan ên başûrê Helebê hedef girtin.

Li aliyekî dîtir jî balafirên şer ên rejîmê Has, Meret Herme, Meirzêta, Meret El-Nûman û derdora wê, her wiha bejahiyên bajaroka Seraqib û herêmên dîtir ên bejahiyên başûr û rojavayê Helebê, bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha da zanîn: "Li derdora Meret El-Nûman bi hewldana hêzên rejîma ya pêkanîna pêşdeçûnê li dijî çeteyên dewleta Tirk û gihîştina bajarê Meret El-Nûman, şerekî dijwar rû dide."

Hêzên rejîmê di çend saetên borî de, nêzî bajarokê Seraqib bûn ku tenê çend kîlometre li aliyê başûrê bajarok in. Her wiha şerekî dijwar di navbera her du aliyan de li derdora bejahiyên rojavayê Helebê tevî berdewama çeteyan a bersivdana êrişên hêzên rejîm li derdorên herêma Îksar El-Bîzar û Suhefiyîn, pêk tê.

Êrişên hêzên rejîmê yên dijwar li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi hedefa serweriya li ser bajarê Meret El-Nûman ê stratejîk e ku rêyên sereke ên ku çeteyan dagir kirine, kontrol bikin.

(fr)