Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, herêma Cizîrê û navçeyên wê sersaxî ji malbata şehîd Sînem Yûsif (Duniya Destan) re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Sînem re hat xwestin
26 ÇILE, 2020   12:49
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo, herêma Cizîrê, navçeyên wê, endamên saziyên civaka sivîl, şandeyek ji Rêveberiya Xweser û bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) tev li konê sersaxiyê yê şehîd Sînem Yûsif (Duniya Destan) bûn ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li ser çiyayên Kurdistan şehîd bûbû û sersaxî ji malbata wê re xwest.

Konê sersaxiyê li Navenda Şehîd Bawer a ciwanan a bajarê Dêrikê hatiye vedan. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi anvê YPG`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, PYD, Kongreya Star, meclisa navçeya Til Koçer û meclisa kantona Qamişlo axaftin hatin kirin. Di axaftinan de îşaret bi berxwedan û lehengiya şervanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û çawa di oxira wê de canê xwe feda kirine.

Her wiha hate gotin ku bi saya têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana şehîdan hemû proje û komployên li dijî neteweya demokratîk ku ji aliyê dewletên herêmê, hêzên navdewletî û bi taybet Tirkiye û çeteyên wê ve têk çûn.

Axaftvanan banga yekitî û hevgirtinê kir da ku xewn û armancên şehîdan pêk werin û jiyana azad û wekhev ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were peydakirin.

Paşê bi navê malbata şehîd xwişka wê hevseroka kantona Qamişlo Perwîn Yûsif wiha axivî: "Ez şehadeta xwişka xwe Sînem li bavê xwe yê ku her tim ev kêlî xewna wî bûn, pîroz dikim. Şehîd Sînem ji dê û bavê xwe rihê welatparêziyê girt heta ku gihîşt asta şehadetê."

Di dawiyê de wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GqDNPiq3-8Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>