Li Iraqê  xwepêşandan didomin,  30 kes birîndar bûn

Li Iraqê xwepêşandan bê navber dewam dikin, her wiha îro bi encama pevçûnên di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehiyê de bi dehan xwepêşandêr birîndar bûn.

Li Iraqê  xwepêşandan didomin,  30 kes birîndar bûn
26 ÇILE, 2020   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Someriye News li ser zimanê çavkaniyeke tenduristiyê li parêzgeha Zîqar ragihand ku 30 xwepêşandêr di pevçûnên li bajarê Nasiriyê de birîndar bûn.

Her wiha herî kêm zêdetirî 30 birîndaran hatin qeydkirin ku piraniya wan bi guleyan di encama pevçûnên îro bi hêzên ewlehiyê re li Nasiriyê, birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlehî ragihand ku hin rewşên bêhtengiyê di encama birkaranîna hêzên ewlehiyê ya bombeyên dûmanê li nêzî Qad Wesbe ya li naverasta Bexdayê de, hatin tomarkirin. Çavkanî  diyar kir ku hêzên ewlehiyê dem bi dem bombeyên rondikrêj li nêzî Qada Wesbe ya li naverasta Bexdayê avêtin û di encamê de 13 rewşên bêhtengiyê çêbûn.

Li Qada Tehrîrê jî ku navenda çalakiyên xwepêşandanan a li Bexdayê ye, îro meşên girseyî bi beşdariya xwendekarên zanîngeh û dibistanan li dar ketin. Ji aliyekî din ve, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Iraqê biryar da ku dosyaya ewlehiyê ya parêzgehên naverastê û başûr veguhêze Wezareta Hundirîn.

 (fr)