Meclisa Kantona Girê Spî daxuyaniya Merkel şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî daxuyaniyên şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ên piştgiriya projeya Tirkiyê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî dike, şermezar kir û tekez kir ku ew hemû peymanên ku li ser hesabê gelê Sûriyê tên îmzekirin, red dike.

Meclisa Kantona Girê Spî daxuyaniya Merkel şermezar kir
26 ÇILE, 2020   12:55
EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê, daxuyaniyên şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ên girêdayî piştgiriya planên Tirkiyê der barê penaberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, şermezar kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl bi amadebûna endam û rêveberên meclisê daxuyanî xwend. Hêvînê îşaret bi rola neyînî ya Tirkiyê di şerê Sûriyê ji 2011`an de kir û diyar kir ku dewleta Tirk rê li pêşiya rêxistinên terorî wekî Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê vekir da ku derbasî axa Sûriyê bibin û piştgiriya wan kir û bi milyonan xelkê Sûriyê da koçberkirin.

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku dewleta Tirk penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê bi rêxistin kirin û wekî çeteyan bi kar anîn da ku planên Tirkiyê yên dagirkirina erdên Sûriyê pêk bînin, wekî ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Her wiha bi sed hezaran gelên van herêman da koçberkirin û piraniya wan li kampên koçberan bi cih bûn.

Di daxuyaniyê de her wiha ev name ji şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re ku piştgiriya plana Tirkiyê ya bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir, hate dayîn: "Bi vê yekê Angela Merkel sûcekî mezin li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Divê xwedî helwesteke erênî be û li dijî projeya Erdogan a guhertina demografiya herêmê bisekine."

Her wiha hemû peymanên li ser hesabê gelê Sûriyê tên îmzekirin hatin şermezarkirin û hate xwestin ku şêwirmenda Almanyayê ji helwesta xwe ya piştgiriya Erdogan dike, vegere.

Di daxuyaniyê de bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û Rûsyayê hate kirin ku li dijî projeya Tirkyê ya guhertina demografiya herêmên Girê Spî û Serêkaniyê bisekinin û zextê li Tirkiyê bikin ku destwerdana erdên Sûriyê neke. Her wiha piştgiriya madî û çekan ji bo Tirkiyê rawestînin ku di kuştina gelê Sûriyê de bi kar tîne. Hate gotin ku divê rola wan di çereseriya siyasî de hebe ku vegera koçberan ji malên wan re mîsoger dike.

Di dawiya daxuyaniyê de Hêvîn Ismaîl tekez kir ku li dijî planên Tirkiyê, pêkhateyên herêmê yên Ermen, Kurd, Ereb û Tirkmen yek in.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel 24`ê Çileyê serdana Tirkiyê kiribû û bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re mijara penaberên Sûriyê û peymana penaberan a di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de, her wiha rewş Lîbyayê nîqaş kiribûn.

Merkel di civîneke çapemeniyê de piştgiriya xwe ya projeya Tirkiyê ya bicihkirina çeteyan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, anîbû ziman.

Şêwirmenda Almanyayê her wiha razîbûna xwe ya der barê projeya "herêma ewle" de ku Erdogan pêşniyar kiriye, anî ziman û piştgiriya avakirina malan ji sivîlên Idlibê yên li Tirkiyê ne, kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tc-3v0lbwsA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>