Hêzên rejîmê 1 km dûrî Maret El-Nûman in

Komên çete li gundewarên rojhilatê Idlibê êrişî hêzên rejîmê dikin. Hêzên rejîmê jî berê xwe didin Maret El-Nûman ku tenê 1 km jê dûr in.

Hêzên rejîmê 1 km dûrî Maret El-Nûman in
26 ÇILE, 2020   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî êrişa komê çeteyên girêdayî Tirkiyê li ser nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê li derdora El-Delîm, Mişîmîs û El-Berse li gundewarên rojhilatê Idlibê, şerekî dijwar di navbera her du aliyan de rû da. Piştî têkçûna li herêmên gundewarên rojhilatê Maret El-Nûman, komên çete hewl didin hewl didin bi pêş ve herin.

Hemwextî wê yekê, balafirên Rûsyayê herêmên Xan El-Esel ên gundewarên rojavayê Helebê, Kefer Hemra ya gundewarên rojhilatê Helebê, Seraqib, Xan El-Sebil, Mier Debise, çiyayê El-Zawiye û Maret El-Nûman li gundewarên Idlibê û herêmên çiyayê El-Zewiye li gundewarên başûrê Idlibê, bombebaran kirin.

Her wiha şerê di navbera komên çete û hêzên rejîma Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsyayê de li tixûbên rojhilatê bajarê Maret El-Nûman dewam dike. Hêzên rejîmê hewl didin ji aliyê rojhilat ve, ber bi Maret El-Nûman ve bi pêş ve herin. Rejîmê di saetên borî de herêmên stratejîk; Tilmis, Meirşemşe, El-Dêr El-Şerqî, El-Dêr El-Xerbî, Meirşimarîn, Meirate, El-Xedfe bi dest xistin. Bi vê yekê hêzên rejîmê tenê 1 km dûrî Maret El-Nûman û nuqteyên din ên li herêmê dikevin.

Ajansa SANA ya girêdayî rejîmê wiha ragihand: "Yekîneyên artêşa Sûriyê îro gundê El-Xedfe ji terorîstan paqij kir û bermahiyên wan li gundewarên Maret El-Nûman ê gundewarên başûrê Idlibê dişopîne."

Hêzên rejîma Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsyayê hewl didin xwe bigihînin Maret El-Nûman û rêya navdewletî M5. Ev yek piştî ragihandina agirbestê ku dirêj nekir û civîna Tirkiyê bi komên çeteyan re ku tê de çete agahdar kiribûn ku Tirkiye nikare Rûsyayê ji bo rawestandina êrişan îqna bike, pêk hat.

(cx)