Li eniyên Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şer

Di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û hêzên rejîma Sûriyê de li derdora herêma Lyremûn şer rû da. Hêzên rejîmê jî li taxa Raşîdên a Helebê bi pêş ve diçin.

Li eniyên Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şer
Li eniyên Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şer
26 ÇILE, 2020   12:07
HELEB

Şeva din hêzên rejîma Sûriyê bi balafirên şer, helîkopter, tank û moşkan nuqteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora herêma Lyremûn û taxa Raşîdên topbaran kirin. Topbaran heta niha dewam dike. 

Vê sibehê jî balafirên Rûsyayê û helîkopterên rejîma Sûriyê bi bermîl, tank û moşekan nuqteyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker Lyremûn û holên Lyremûnê topbaran kirin.

Her wiha vê sibehê li derdora Lyremûn û taxa Raşîdên di navbera her du aliyan de bi çekên sivik û giran, şer rû da.

Piştî topbarana balafir û tankan û şerê di navbera her du aliyan de, hêzên rejîma Sûriyê li gelek nuqteyan li taxa Raşîdên pêşve çûn. Hêzên rejîma Sûriyê hewl didin taxa Raşîdên bi dest bixe, da ku karibe eniyên gundewarên Helebê kontrol bike.

(cx)