Trump bersiva xwesteka Îranê ya dan û standinan da: Na spas!

Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva xwesteka wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf a dan û standinan da û got “Na, spas”.

Trump bersiva xwesteka Îranê ya dan û standinan da: Na spas!
26 ÇILE, 2020   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsand: "Wezîrê karên derve yê Îranê got Îran dixwaze dan û standinan bi DYA’yê re pêk bîne, lê belê divê cezayan rake."

Trump wiha lê zêde kir: "Na Spas."

Zerîf di hevpeyvînekê de diyar kir ku welatê wî amade ye ji nû ve dest bi dan û standinan bi DYA’yê re bike ku dozên di navbera wan de çareser bibin, nexasim dosyaya nukleerê.

Zerîf di hevpeyvînê de wiha got: "Rêveberiya Trump dikare paşxaneya xwe bi rêya rakirina cezayên ku li ser rejîma Tehranê ferz kirine, sererast bike û vegere ser maseya dan û standinan. Her wiha hê jî em li ser maseya dan û standinan in û DYA aliyê yekane ye ku dev jê berdaye.”

 (fr)