Welatiyên navçeya Deşîşa: Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bûn

Şêniyên navçeya Deşîşê fikarên xwe di derbarê zêdebûna êrişên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê de anîn ziman. Şêniyan gotin: “Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ’ê zêdetir bûn.”

Welatiyên navçeya Deşîşa: Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bûn
Welatiyên navçeya Deşîşa: Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bûn
Welatiyên navçeya Deşîşa: Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bûn
Welatiyên navçeya Deşîşa: Piştî êrişên dewleta Tirk, êrişên şaneyên DAIŞ`ê zêdetir bûn
26 ÇILE, 2020   08:16
HESEKÊ-BASIL DEXÎL

Di demeke ku êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, li navçeya Deşîşa jî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêdebûne. Şantajê li şêniyên herêmê dikin û sivîlan qetil dikin.

Ji ber êrişên artêşa Tirk 300 hezar sivîl koçberbûn, bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî jî hatin dagikirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Beramberî vê yekê jî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe zêdetir kirin. Nexasim li herêmên başûrê Hesekê. Li gel vê yekê li xetertirîn kamp di cîhanê anku kampa Holê hewldanên revê zêdetir bûn û rojane bûyerên qetilkirinê rû didin.

Bejahiya herêma Şedadê, bi taybet navçeya Deşîşa ya ku dikeve başûrê rojhilatê Şedadê bi êrişên şaneyên DAIŞ’ê re rû bi rû ne. Ev herêm 40 km dikeve ser sînorê Sûriyê-Iraqê.

Welatiyê bi navê Hesan Hisên ê ji Deşîşa axivî û got: “Piştî ku dewleta Tirk êrişê herêmên Bakur û Rojhiltê Sûriyê kir, herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên xwe kirin.” Hisên bal kişand ser kiryarên şaneyên çeteyan û  got: “Çete hewl didin nakokiyan di navbera sivîlan de derbixin û ewlehiya ku QSD`ê misoger kiriye, têk bibin. Lewma sivîlan direvînin û qetil dikin.  Êrişên çeteyan xof xistiye nava şêniyan, şênî hem ser ewlehiya herêmê ditirsin û hem ser zarokên xwe.”

Hisên bal kişand ser teqînên ku li herêmê rû didin û revandina sivîlan û wiha got: “Pir giringe ku di saetên êvarê de dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêde bibin.”

 Di heman demê de welatiyê bi navê Hesen Xidêr diyar kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gorî ajandeyên artêşa Tirk û çeteyên wê hereket dikin. Xidêr got, armanc têkbirina ewlehiya herêmê ya bi saya keda bi hezaran şehîd hatiye qezençkirin, e.

Xidêr bang li Hêzên Ewlekariyê kir ku dewriyên xwe zêdetir bikin û şaneyên çeteyan tê bibin. Xidêr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber çete bi pereyan kiryaran didin meşandin, hewldana têkbirina ewlehiya herêmê dikin, sivîlan qetil dikin û şêniyan ditirsînin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên êvarê de dewriyên xwe zêdetir dikin û planên çeteyan vala derdixin.

(eh)

ANHA