Fermandarekî Koalîsyonê hişyariya vegera DAIŞ`ê da

Fermanderekî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, generalê amerîkî Alexos Grinkwich diyar kir ku tevî lawazbûna DAIŞ`ê jî eger hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin, dibe ku DAIŞ careke din derkeve holê. 

Fermandarekî Koalîsyonê hişyariya vegera DAIŞ`ê da
23 ÇILE, 2020   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

General Alexos Grinkwich di civîneke çapemeniyê de got: “Eger em fişarê li ser DAIŞ`ê heta demeke dirêj rakin, hêza xwe heye ku careke din vegere û heta niha DAIŞ metirsiyeke mezin çêdike.”

Grinkwich da zanîn ku endamên Koalîsyona  Navneteweyî di mehên derbasbûyî de, piştî ku şerê bi salan ê hêzên ku piştgiriya xwe ji Koalîsyonê digirtin, rêxistina DAIŞ di Adara derbasbûyî de li Sûriyê û Iraqê serweriya xwe winda kir, rewşa rêxistinê nîqaş kir.

Piştî kuştina Qasim Suleymanî û fermandarên Heşb El-Şebî ya Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve, nakokî di navbera Îran û Amerîkayê de gelekî zêde bû.

Piştî derbeya Amerîkayê ku di encamê de Suleymanî hate kuştin, parlemana Iraqê di 5`ê Çileya de deng da ku divê hikumet hêzên biyanî ji nava welat derxe di nav de jî 5 hezar û 200 leşkerên amerîkî.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, serokê Amerîkayê Donald Trump û hempîşeyê xwe yê Iraqê Berhem Salih di civîna ku roja çarşemê li Davosê hate lidarxistin, her duyan li ser rola leşkerî ya Amerîkayê di Iraqê de piştrast kir.

(kc)