Dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li rojavayê Kobanê

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dagirkeriya Tirk li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dest bi dewriyeya hevbeş kir.

Dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li rojavayê Kobanê
23 ÇILE, 2020   08:28
KOBANÊ

4 panzêrên dewleta Tirk ji sînorê li gundê Aşmê li rojavayê bajarê Kobanê derbasî xaka Sûriyê bûn da ku bi 4 panzêrên Rûsyayê re dest bi dewriyeya hevbeş bikin.

Tê payîn ku dewriye li gundên Aşmê, Çariqlî, Cibnê, Mişko, Pêndir, Xorxorê ya Jorîn, Qolê, Sûsan û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojavayê navenda Radiyo biçe û paşê di gundên Siftek, Bûban, Xorxirê, Dîkmedaş, Qiran, Çariqlî û paşê gundê Aşmê re vegere.

Dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê pêk tên, ew yek di encama hevpeymanên ku serokên Rûsya û Tirkiyê di 22`yê Mijdara çûyî de li bajarê Soçiyê li hev kirin.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/thEVwxvVAJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>