‘Komplo berdewam in’ 

Nivîskar û Rewşenbîr ê Kurd Feramez Mihmed got: “Şoreşa Rojava bi saya projeya Neteweya Demokratîk misoger bûye.”

‘Komplo berdewam in’ 
23 ÇILE, 2020   06:33
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Êdî doza Rêber Ocalan, tecrîda li dijî rêbertî û binpêkirinên hiqûqî bûne rojevên gelan. Li gel vê yekê doza Rêber Ocalan ne wekî dozeke şoreşgerekî di girtîgehê de ye,  bûye doza gelekî bindest û banga azadiyê. Nexasim piştî projeya Neteweya Demokratîk hate avakirin û bi Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek destkeftî bi xwe re anîn.

Êdî gelên herêmê fikir û tewriyên Ocalan wekî rêya xelasiya ji nakokiyên beriya sedêsalan ku gelên herêmê parçe dike, hat pejirandin.

Nivîskar û rewşenbîr Feramez Mihmed got: “Sedema sereke ya komployên navdewletî li dijî Ocalan, ew e ku rêxistinên sermayedar ji azadiya gelên Rojhilata Navîn ditirin. Nexasim ku fikirê Rêbertî banga xelasiya gelan ji sîstemên neteweperestiyê, sermeyadariyê  û misogeriya demokratîbûnê dike.”

‘ARMANCA OCALAN BELAVKIRINA DEMOKRATIYÊ YE’

Mihmed bal kişand ser armanca Rêberê Gelê Kurd û wiha got: “Rêbertî da ku nakokiyên heyî çareser bibin, banga civakeke azad, mirovane û belavkirina demokrasiya di navbera civakên Rojhilata Navîn de dike. Lê hêj nakokî berdewam in û rêxistinên desthilat fikirê Ocalan dikin armanc.”

‘ŞOREŞA ROJAVA BI SAYA FIKIRÊ OCALAN MISOGER BÛYE’

Feramez Mihmed piştrast kir ku Şoreşa Rojava bi saya perspektîfên Rêber Ocalan misoger bûye. Mihemed got: “Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Rêbertî ji girtîgehê projeya Neteweya Demokratîk pêşniyar kir û banga jiyana hevbeş kir. Lewma gelên herêmê fikirê Rêbertî ji xwe re kirin bingeh û bi vî awayî Şoreşa Rojava bi ser ket.”

‘KOMPLO BERDEWAM IN’

Mihmed bal kişand ser rewşa gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û got: “Armanca Tirkiyê qetilkirina gelê Kurde. Mînaka wê rewşa Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Di encamê de di şexsê Rêber Ocalan de komplo berdewam kirin, gelên herêmê û Kurd kirin armanc.”

Her wiha bal kişand ser fikirên Rêber Ocalan û wiha axivî: “Bi rêya biratiya gelan, jiyana hevbeş û pabendiya bi fikirê Rêbertî em isbata meriyeta fikirê Rêbertî dikin.”

Feramez Mihemed îşaret bi guhdana perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha anî ziman: “Divê em yekîtiya xwe ava bikin, saziyên civakî ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Bi vî awayî em ê komployan vala derxînin û dîrokeke nû binivîsînin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ggg5xaXOgDQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>