Êzidiyên ji Efrînê: Ji bo rizgarkirina xaka xwe em li ber xwe didin

Êzidiyên Efrînê di salvegera duyemîn a êrişên dagirkiriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de diyar kirin ku berxwedana wan a li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê berdewam e heta vegerin ser xaka xwe.

Êzidiyên ji Efrînê: Ji bo rizgarkirina xaka xwe em li ber xwe didin
23 ÇILE, 2020   06:57
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Bi wesîleya salvegera duyemîn a êrişên dagirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê êzidiyên ji Efrînê nêrînên xwe ji me ra parve kirin.

Êyşe Hiso ya ji gundên Feqîra ya navçeya Cindirêsê got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku xwestin projeya netewa demokratîk têk bibin anî ziman: "Em vê yekê şermezar dikin. Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê komployeke navdewletî li gel bêdengiyeke navdewletî bû."

Eyşe destînşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hinceta şerê li dijî terorê tevahî şêniyên bajarê Efrînê kir hedef û ev tişt got: "Em ne terorîst in. Yên ku li eniyan şer li hemberî dagirekeriya Tirk sekinîn zarokên me ne ku xaka xwe ji terorîstan diparastin, ew ne terorîst in."

Eyşe bi bîr xist k dagirkeriya Tirk li dijî êzidiyan 72 ferman pêk anîn û wiha domand: "Niha li li Efrînê fermana 73 tê meşandin. Ji ber ku me li gel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêxistin kir. Di dema rejîmê de me nedikarî bi ola xwe ya êzidayetî bi axivyana."

Eyşe got: "Tirkiyê ne tenê şênî kirin hedef, lê belê êrişî goristana şehîdan kir, guhertina demografî didomîne, şênî koçber kirin û li şûna wan niştecihên Xotayê bi cih kirin. Em wekî civaka Êzidî me 85 rojan li ber xwe da û di nava çalakî û xwepêşandanên li dijî êrişên dagirekriya me xwe îsbat kir. Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku îtîrafê bi me bike ji ber ku em şêniyên Sûriyê ne."

Hemûş Xerîb êrişîn dagirkeriya Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û bang li çeteyên girêdayî dagirekriya Tirk kirin ku dest ji siyasetên faşîst ên Erdogan berdin û got: "Erdogan xwe wekî emîrê mûminan îdia dike, lê hemû bawerî jê bêrê ne."

Şirîn Mihemed a ji gundê Basûfanê siyasetên dagirkeriya Tirk ên li dijî şênî bi taybet li dijî jinên Efrînê, ji revandin, talankirin, êşkencekirin û talankirin şermezar kir û got: "Li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk em li ber xwe didin, em teslîm nabin em ê xaka çeteyên dagirkeriya Tirk ji xaka xwe û tevahî xakên dagirkerî yên Rojava rizgar bikin."

Tehsîn Şêxo ji gundê Qîbarê ev tişt anî ziman: "Hikûmeta Tirk a faşîst bi hinceta şerê terorê di sala 2018‘an de êrişî herêma Efrînê kir. Lê em ne terorîst in, em ê li kampan bin heta dagirkeran biqewitînin û li xaka xwe vegerin."

Jina ciwan Sîdra Cabir wiha axivî: "2 sal li ser êrişên dagairkeriya Tirk ên li ser bajarê Efrînê re derbas bû, her çiqas dem dirêj bike jî em ê berxwedana xwe li Şehbayê bidomînin. Em gelê Kurd cudahî di navbera me de tuneye û bi hêvî ne ku vegerin warê xwe."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gQnPhPMlTok" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>