Efaf Heskî: ENKS li gorî planên Tirkiyê dixebite

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî diyar kir ku partiyên “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ji yekîtiyê direve û got: “ENKS li gorî planên Tirkiyê dixebite. Dewleta Tirk ne tenê partiyekê, hemû gelê Kurd dike hedef.”

Efaf Heskî: ENKS li gorî planên Tirkiyê dixebite
23 ÇILE, 2020   06:32
HESEKÊ - HENAR IBRAHÎM

Yekîtiya neteweyî ya Kurdî ji her demê bêtir bûye mijara gotinê. Bi taybet piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev mijar gelek tê axaftin. Tevî wê jî hinek partî û kesayetên Kurdî hincetan diafrînin û ji bo berjewendiya Tirkiyê ji yekîtiyê xwe didin alî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew piştgiriya însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ya ji bo yekîtiya Kurd dike. Ebdî nêzîkkirina nêrînan di navbera tevahiya partiyan de, rê li pêşiya partiyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî bê vekirin da ku bê astengî buroyên xwe vebikin dike. Lê encumenê tenê tiştên dagirkerî jê dixwaze dike û ji van însiyatîfan dûr dikeve. 

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Heskî got: "Piştî derbasbûna 9 salan ji temenê şoreşa Sûriyê. Me gelek destkeftî di bin dirûşmeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de bidest xistin. Bi saya fedekariyên şehîdên me em gihaştin vê astê. Ji ber binpêkirinên ku li dijî gelê me tên kirin tevgera me zaîf bû. Bi taybet li dijî gelê me ji tevahiya aliyan ve jê yên siyasî û leşkerî. Gelê Kurd ji berê vê tê çewisandin. Tevahiya pergalên şofanîst naxwazin gelê Kurd biserkeve. Armanc lihevkirina Lozanê berbelavkirina gelê Kurd bû. Da ku ji çand û zimanê xwe bi dûr keve. Vê lihevkirinê Kurdistan kir çar parçe. Di vê dema hesas de, ji bo yekrêziya refa Kurdî û runiştina li ser masayekê gelek partî û kesayetên Kurdî ji yekitiyê direvin. Mîna partiyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî û hinek kesayetên siyasî mîna Ibrahîm Biro yê ku li Stenbolê di hemêza Tirkiyê de ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî dimîne. Ibrahîm Biro ji ber ku yekitiya Kurdî naxwaze hincetan diafrîne.”

Efafî Heskî axaftina xwe berdewam kir: “Kurd bi yekitiyê wê karibin li hember tevahiya lihevkirinên kirêt ên ku li dijî gelê Kurd têne plankirin bisekinin.  Ew ê karibe sînorekî ji komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, bigirin. Dewleta Tirk ji serdema Osmaniyan ve gelek komkujî li dijî gelê Kurd pêk anîn. Seddam Hîsên jî mîna wan kir. Weke komkujiya Helebçe ya ku bi hezaran jin û zarok bûn qurban."

Di dawiyê de Efaf got: "Divê tevahiya partiyan û gelê Kurd yekrêziya xwe ava bikin. Ji ber ku bi yekitiyê em ê bi serkevin û bi hêztir bin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FkZjxdjDI-w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>