Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Efrînê şîn hate ragihandin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo salvegera 2`yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê hemû dikanên xwe girtin û şîn ragihand.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Efrînê şîn hate ragihandin
20 ÇILE, 2020   10:34
HELEB

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir. Di encama wê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi sed hezaran jî neçarî koçberiyê bûn.

Ji bo piştgiriya şêniyên Efrînê, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şîn ragihand û hemû dikanên xwe girtin.

Her wiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) biryara betlaneyê ji hemû dibistanan re da.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3K9CcYBC89E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>