Piştî qedexeya derketina derve li Girê Spî çete welatiyan digirin

Hemwextî qedexeya derketina derve ku beriya 3 rojan li herêmê hate ragihandin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe li dijî şêniyên Girê Spî û gundewarên wê hemleya girtinê daye destpêkirin.

Piştî qedexeya derketina derve li Girê Spî çete welatiyan digirin
20 ÇILE, 2020   10:41
EYN ÎSA

Çavkaniyên herêmî ji Girê Spî ji ajansa me re ragihand ku îstixbaratên leşkerî yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên taxên rojhilatê bajarê Girê Spî; Mustafa El-Ehmed El-Mustafa, Yasîn El-Ehmed El-Mustafa, Ezîz Yasîn El-Mustafa û Ismaîl Hesen El-Idrîs girtin.

Her wiha hate diyarkirin ku hin şêniyên din ji gundê El-Hiwêce yê kantona Girê Spî hatine girtin ku heta niha navên wan nehatine zelalkirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî û gundewarên wê ku piştî êrişa xwe ya barbarî di 9`ê Cotmeha sala borî de dagir kir, qedexeya derketina derve ragihandiye.

(cx)

ANHA