Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin

Bi sedan şêniyên kantoka Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdên QSD`ê re, xwestin.

Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin
Li Kobanê sersaxî ji malbata 3 şehîdan re hat xwestin
18 ÇILE, 2020   12:35
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata  şehîd Îsmaîl Ehmed (Murdem Çiya), Mehmûd Kino (Comerd Kobanê) yên dema erka xwe ya leşkerî pêk tannin şehîd bûn, her wiha şehûd Abullrehman Hec Elî ku li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye, xwestin.

Her sê şehîd roja pênşemê li Goristana Şehîd Dijle ya bajarê Kobanê hatibû oxirkirin.

Bi dehan şêniyên Kobanê, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyên siyasî tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji endamên Kongreya Star a bajarê Kobanê Edle Bekir axivî û sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.

Paşê ji endamên Komîteya Ewqaf ya bajarê Kobanê Mehmûd Hebeş wiha got:"Kesên parastina şer û rûmetê dikin, şehîd in. Îro zarên me li hember dagirkeran parastina xaka welatê xwe dikin."

Sersaxî heta saetên êvarî didome.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yWc-SSOadSA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>