Di oxirkirina şehîd Çekdar de gel got:Tirkiyê hebûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di merasîma oxirkirina şehîdê QSD`ê de,  teqez kirin ku dewleta Tirk hewl dide  bi hemû rêyan derbeyê li biratiya gelan bixe.

Di oxirkirina şehîd Çekdar de gel got:Tirkiyê hebûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre
Di oxirkirina şehîd Çekdar de gel got:Tirkiyê hebûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre
Di oxirkirina şehîd Çekdar de gel got:Tirkiyê hebûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre
Di oxirkirina şehîd Çekdar de gel got:Tirkiyê hebûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digre
18 ÇILE, 2020   12:51
 QAMIŞLO

Îro sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê beşdarî oxirkirina şervanê QSD`ê Quseyî El-Meyah (Çekdar) ku di 10`ê Çileyê de li kampa Holê dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bû.

Merasîma oxirkirinê ku li Goristana Şehîd Dilşêr li gundê Dogirê ya girêdayî Tirbespiyê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El-Ebawî axivî û destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk ava kirin û ji bo wê xebat û lehengiyeke mezin dan.

Ehmed El-Ebawî teqez kir ku berxwedana gelê herêmê li dijî hemû hêzan û çeteyan didome, ev gel rojan e ji bo parastina mafên xwe yê rewa şehîdan didin.

El-Ebawî bilêv kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêyan derbeyê biratiya gelan bixe û bi rêya hincetên ku koka xwe tine hebûna pêkhateyan e hedef digre, mîna avakirina "Herêma ewle", niyetên dewleta Tirk yên dagirkeriyê êdî zelal in.

Paşê wesîqeta şehîd Çekdar hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di nav dirûşmeyan şehîd hate oxirkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Aib5RgPpXS8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>