Dewriyeya Amerîkayê li hember dewriyeya Rûsayê sekinî û QSD’ê destwerdan kir

Dewriyeya Amerîkayê li ser rêya Girkê Legê –Dêrikê ya li nêzî gundê Gir Qehfikê li hember dewriyeya Rûsyayê sekinî ku bû sedema qutbûna tevgera trafîkê, her wiha QSD’ê dest werda û pirsgirêk hat çareserkirin.

Dewriyeya Amerîkayê li hember dewriyeya Rûsayê sekinî û QSD’ê destwerdan kir
18 ÇILE, 2020   12:32
QAMIŞLO

Îro, di çarçoveya gerên dewriyeyên ku hêzên Rûsyayê li herêmê pêk tîne de, dewriyeya Rûsyayê berê xwe da herêma rojhilatê navçeya Girkê Legê, lê dewriyeya Amerîkayê rêya dewriyeya Rûsyayê ya li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê ya li nêzî gundê Gir Qehfikê, girt.

Li gorî agahiyan, dewriyeyên Rûsyayê di rêya axî ya li herêma bakurê navçeya Girkê Legê ya li ser sînorê dewleta Tirkiyê re, derbas dibin. Lê belê bi sedema baran û girtina rêya axî, dewriyeya Rûsyayê neçar ma ku di rêya giştî ya Girkê Legê-Dêrikê re derbas bibe, lê dewriyeya Amerîkayê rêya wê girt û nehişt derbas bibin û bû sedema qutbûna rêya trafîkê ya li ser rêya giştî.

Lê li aliyekî din, dewriyeyan parçeyek ji rê vekir da u erebeyên sivîl derbas bibin.

Her wiha QSD’ê dest werda û pirsgirêk çareser kir û piştre dewriyeya Rûsyayê vegerî bajarê Qamişlo û rêya çûn û hatinê hat vekirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DyzGWOgjqD8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>