NY: Agirbesta li Idlibê bi bin ket

Nûnerê mafên mirovan ê NY’yê yê berê Michel Bachelet got agirbesta dawîn li Idlibê careke dîtir li hember parastina sivîlan bi bin ket û banga yekser a rawestandina êrişên li ser Idlibê kir.

NY: Agirbesta li Idlibê bi bin ket
17 ÇILE, 2020   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Michel Bachelet îro bi daxuyaniyekê der barê agirbestê de ku diviyabû beriya hefteyekê pêk bihata, wiha got: "Cihê xemginiyê ye ku hê jî sivîl her roj bi sedema topbaran û bombebaranê tên kuştin."​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​​

NY’yê pêncşemê wiha daxuyand: "Nêzî 350 hezar sûrî ku piraniya wan jin û zarok in, ji Idlibê ji destpêka Mijdarê ve koçî herêmên nêzî sînorê dewleta Tirkiyê bûn. Ew jî bi sedema êrişa nû ya bi piştevaniya Rûsyayê ye."

Aliyên Tirkiye û Rûsyayê li ser agirbesta li herêma bêçek a Idlibê saet di 12’ê Çileyê de li hev kir. Lê tevî peymanê jî, li herêmên Idlib û Helebê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de rû dide û bi koman şênî koçber dibin.

(fr)