Êzidiyên Helebê: YBŞ’ê piştevaniya têkbirina DAIŞ’ê kir

Mala Êzidiyan a bajarê Helebê kiryarên dewleta Tirk û hedefgirtina YBŞ’ê şermezar kirin û diyar kir ku "YBŞ ji keç û xortên Şengalê pêk tê û piştevaniya têkbirina DAIŞ’ê û rizgarkirina jinên êzidî yên ku hatine revandin, kir."

Êzidiyên Helebê: YBŞ’ê piştevaniya têkbirina DAIŞ’ê kir
17 ÇILE, 2020   12:27
HELEB

Mala Êzidiyan a bajarê Helebê, têkildarî bombebarankirina artêşa dewleta Tirk a dagirker a dawîn li ser Şengalê ku fermandar û şervanên YBŞ’ê hedef girtine, daxuyaniyek weşand.

Gulê Xezalê daxuyanî li pêş Mala Êzidiyan a taxê xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk li dijî tevahî şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li ser metoda Osmaniyan ku li dijî gelan bi salan qirkirin pêk anîne û ferman bi mafên Kurd û êzidî, Ermen, komkujiya Dêrsim û elewiyan pêk anîne, berdewam e.

Her wiha tiştê li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ji salên 1980’yî ve pêk aniye, ji bo avakirina Osmaniyên nû ye.

Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û piştevaniya komên terorîst li herêmê, di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. Her wiha ev kom ji xwe re derfet girtin ku planên xwe yên êrişkariyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Erdogan û çeteyên wî, kiryarên dagirkeriyê yên dermirovî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bes nedîtin, lê xelekeke nû li rêzesûcên xwe yên li dijî gelên herêmê zêde kir ku fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî bi firokeya bêpîlot hedef girt û di encamê de ew û 3 hevrêyên wî ji YBŞ’ê şehîd bûn.

Em wek Mala Êzidiyan, van sûcên li dijî gelên herêmê bi giştî û êzidiyan bi taybet şermezar dikin û bang li hikumeta Iraqê û civaka navdewletî dikin ku li hember van kiryarên dewleta Tirk a faşîst rawestin."

 (fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/McvDiALw9VA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>