Rêveberiya Xweser derxistina pez ji derveyî herêmên rêveberiyê qedexe kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxistina pez ji derveyê herêmên rêveberiyê qedexe kir.

Rêveberiya Xweser derxistina pez ji derveyî herêmên rêveberiyê qedexe kir
Rêveberiya Xweser derxistina pez ji derveyî herêmên rêveberiyê qedexe kir
16 ÇILE, 2020   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyên hejmara 2 û 3 derxist. Di biryarnameyan de derxistina pez ji derveyê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat qedexekirin.

Di biryarnameya hejmara 2 de hate gotin: "Piştî şopandina tevegera bazaran û bilindbûna mezin a nirxên dolar li beramberî lîreyên Sûrî diyardeya derxistina bez ji herêmên derveyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû.

Di encamê de pez di bazarên herêmî de kêm bû. Ev yek bandoreke li ser hêza welatiyan a kirîna goşt kir. Li ser vê yekê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ev biryar standin:

-Qedexe ye pez ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin.

- Biryar pezên ku di rêya tranzît de têne, di nav xwe de nagire.

-Biryar ji 20‘ê Çileya 2020‘an de dikeve meryetê de."

Di biryarnameya (3) de hate ev tişt tê gotin:

"Ji ber zêdebûna bûyerên derxistina sewlan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bandorekê li berhemên sewaldariyê dike, ev biryar hatin standin:

"-Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Gomrik û tevahî aliyên xwedî sîfeta zabîtiya dadwerî çavdêriya bûyerên qaçaxçî bikin.

-Qaçaxçî dê wergirtin û tevlî kelûpelên radestî rêveberiya herî nêzîk a gumrikê were kirin da ku wan li gorî madeya 65 a qanûna gumirkê sewqî dadê werin kirin.

-Pez û wesayîta veguhestina wan yên di sûcê qaçaxçitiyê de ji bo berjewendiya giştî têne bikar anîn, têne desteserkirin.

-Ji pênc caran cezayê gumrikan li baca heywanên qaçaxî tê dayîn."

ANHA