‘Stratejiya Washingtonê tecrîdkirina Îranê ye’

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus diyar kir ku stratejiya Amerîkayê li hember Îranê, domandina tecrîdkirina wê di aliyê dîplomatîk û aborî de ye.

‘Stratejiya Washingtonê tecrîdkirina Îranê ye’
12 ÇILE, 2020   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Morgan Ortagus wiha got: "Stratejiya Amerîkayê piştî kuştina Qasim Suleymanî û êrişên tolhildanê yên Îranê li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê, domandina tecrîdkirina dîplomatîk û aborî ya Îranê ye."

DYA`yê jî roja înê ji bo bersivdayîna êrişa Îranê, ceza li ser 17 şîrketên Îranê ferz kir, her wiha li ser keştiyên biyanî ku beşdarî veguhastina kel û pelên Îranê dibin û li ser 8 berpirsên payebilind ên Îranê ferz kir.

(jo)