Jinên DAIŞ’î li kampa Holê kon şewitandin

Komeke jinên DAIŞ’î yên li kampa Holê hin konên li kampê şewitandin.

Jinên DAIŞ’î li kampa Holê kon şewitandin
Jinên DAIŞ’î li kampa Holê kon şewitandin
Jinên DAIŞ’î li kampa Holê kon şewitandin
12 ÇILE, 2020   09:10
HESEKÊ

Sûcên jinên DAIŞ’î yên li dijî koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê yên li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê, bi hewldana vejandina fikra DAIŞ’ê ya tundraw û serweriya li ser niştecihên kampê, nexasim jî piştî windakirina çeteyên DAIŞ’ê ya serweriya leşkerî li xaka Sûriyê, didomin.

Vê sibehê li kampa Holê agir bi 4 konên li beşa 6’an ket, di encamê de 4 kon bi giştî şewitîn, jinek bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya meydanî ya li kampê.

Der barê bûyerê de, çavkaniyek ji ewlehiya kampê wiha anî ziman: "Kiryara şewatê bi zanebûn e ku bi destê komeke jinên li beşa 6’an pêk hatiye, her wiha bûyer di berbangê de pêk hat, di encamê de jineke  60 salî ya sûrî bi giranî şewitî."

Çavkanî da zanîn ku kêliya ku agir bi 4 konan ketiye, kamerayên çavdêriyê ew şopand û kesên ew kar kiriye, jinên DAIŞ’î ne. Lê belê tevgera jinan li kampê wek koman û cilên wan ên reş, dijwar e ku yekser û bi lez kesên ew kar kiriye, bên naskirin.

Li kampa Holê ku ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, kiryarên kuştin, lêdana bi kêrê, rev û şewatandina konan bi rêjeyeke zêde bi êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, nexasim piştî ragihandina Koalîsyona Navdewletî ya kuştina serçeteyê bi navê Ebû Bekr El-Bexdadî di 26’ Cotmeha sala borî de, zêde bûn.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tê de 68 hezar koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê û li rexê jî jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê dijîn. Her wiha jî wek xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber ku zêdetirî 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê tê de hene.

(fr)

ANHA