Li bakurê Sûriyê pirsgirêka kehrebeyê û kêmasiya alavên pêwîst

Tevî ku gelek jêderên kehrebeyê li ser bendavên çemê Firatê li bakurê Sûriyê hene, lê pirsgirêka peydakirina parçeyên pevguherînê û amûrên kehrebeyê bandoreke neyînî li hilberandina kehrebeyê dike.

Li bakurê Sûriyê pirsgirêka kehrebeyê û kêmasiya alavên pêwîst
12 ÇILE, 2020   09:04
KOBANÊ-DÎCEL EHMED-ZANA SEYDÎ

Ruxmî ku kantona Kobanê ji herêmên Sûriyê yên herî zêde jêderên kehrebeyê  tê de hene, lê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê ya domdar berdewam e.

Bi destpêkirina sala nû 2020`an re şêniyên kantona Kobanê ji diyardeya qutbûna kehrebeyê ya rojane bi gilî û gazinc in. Li gorî Gerînendetiya Kehrebeyê şênî berpirsyariyên xwe ji bo parastina enerjiya kehrebeyê ya ku bi dijwarî peyda dibe, pêk naynin.

Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantonê sedemên aloziyê bi taybet di zivistanê de, zelal kirin. Gerînendetiyê diyar kir ku ji ber mezaxtina zêde ya kehrebeyê û kêmbûna asta avê ye.

Bendava Rojava ya ku dikeve başûrê kantonê kehrebeyê dide deverên berfireh ji herêma Cizîrê, jê derdora 50 megawat saî dide û herêmên Sirîn û Kobanê.  Lê her du herêm di zivistanê de ji vê miqdarê zêdetir kehrebeyê xerc dikin. Ev jî zextê li ser toreyên kehrebeyê çêdike û dibe sedema gelek pirsgirêkan. Bi taybet xeta faza bilind a sereke ya ku bi navê ‘Xeta 66’ tê naskirin, ev xet ji Bendava Rojava heya her du stasyonên Sirîn û Kobanê dirêj dibe.  

Fehid Mihemed endamê rêveber ê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kantona Kobanê dibêje: "Kehrebe rojane 20 saet peyda dibe û 4 saet qut dibe. Em neçar dimînin li gorî wê saetên kehrebeyê di her taxekê de li beramberî her 5 saetan saetekê kehrebeyê qut  bikin. Ew jî di zivistanê de dê hevsengiyekê çêke. Piştî wê dê rewş baştir bibe."

Mihemed rewşa kehrebeyê li herêmên Sûriyê yên din bi rewşa wê li kantonê da berhev û got li gorî wê rewşa kantonê baştir e.

Zêdetirî 90 karker di Gerînendetiya Kehrebeyê de kar dikin da ku toreyên kehrebeyê di zivistanê de xurt bikin û transên nû li taxên bajarê Kobanê bi cih bikin. Ev jî dê barê transên din kêm bike. Ji bo wê jî gerînendetiyê transek li nêzî Navenda Çandê danî ji bo ku pirsgirêka kehrebeyê ya li taxên dora navendê çareser bike. Di 2019`an de zêdetirî 30 trans li kantonê ji ber zexta zêde şewitîn.

Du werşe rojane di dirêjahiya 24 saetan de li gel hewayê guherbar û barana ku bi giranî dibare, kar dikin û pirsgirêkên di dirêjahiya rûbera 3500 km2 de çareser dikin. Kerhebe wek damara jiyana nûjen li gel karê nexweşxaneyan, firinan û bi dehan saziyên xizmetguzarî tê hesibandin.

Di sala derbasbûyî de 2 karkerên kehrebeyê Ezîz Muslim Ebdulkerîm li bajarê Kobanê û Ziyad Mişî li bajarokê Şiyûx Jêrîn dema toreyên kehrebeyê çêdikirin, jiyana xwe ji dest da.

Gerînendetiya Enerjiyê ya kantonê bang li şêniyan kir ku divê alîkariya wan bikin û kehrebeyê bi zanebûn û tenê di demên pêwîst de xerc bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lLp8A9QoP3w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>