Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê

Buroya jinûveavakirinê ya girêdayî Komîteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo paqijkirina bajêr ji bemahî û enqazan didomîne.

Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê
Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê
Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê
Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê
Xebatên Buroya Jinûveavakirinê ya bajarê Reqayê
12 ÇILE, 2020   07:35
REQA-EHMED ESSAF

Bajarê Reqayê piştî ku çeteyên DAIŞ`ê jê hatin derxistin û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew rizgar kir, li gorî Buroya Jinûveavakirinê rêjeya wêraniyê gihaşt ji sedî 65’an.

Ruxmî kêmbûna amûrên xizmetguzariyê lê tîmên pirspor piştî ku bajar dabeşî gelek beşan kirin, zêdetirî 920 hezar metkekabik ji enqazan derxistin derveyî bajêr.

Lê hinek pirsgirêk rastî xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê hatin. Bi hezaran şênî vegerîn bajêr û ji nû ve dest bi avakirina malên xwe kirin. Ji ber wê komîte neçar ma bermahiyên avahiyên şêniyan rake û barê şêniyan sivik bike.

SÛD JI BERMAHIYAN TÊ GIRTIN

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan sûd ji enqazên taxên bajêr girt û di sererastkirina rêyên ku DAIŞ`ê di demek berê de wêran kirine, bi kar anî. Jê pira li ser çemê Belîx li rojhilatê Reqayê, pira Depoyan, pira Romanî û pirên din.

Girêdayî astengiyên ku rastî Meclisa Sivîl û Komîteya Herêmî di destpêka kar de hatine, endamê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Ehmed Hico got: "Gelek kêmasî rastî me hatin jê kêmbûna amûran û pirbûna miqdara enqazan. Tevahiya rêyan bi enqazan hatibûn girtin. Me girîng da vekirina rêyên sereke piştre şaxî û piştre taxan."

Ehmed Hico teqez kir ku Meclisa Sivîl a Reqayê hewl dide xuyanga şaristanî ji bajêr re vegerîne. Kar wê bi lez bidome heya bajar bi rêjeya ji sedî 100 paqij bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Qd-RK3NjOF0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>