​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin

Li Tirbespiyê navendên Hêzil û Şehîd Sasûn hewl didin behreyên çandî û hunerî yên zarokan bi pêş ve bibin. Navend serdana dibistan û malan dikin da ku zarokan teşwîqî fêrbûna muzîkê bikin û çand û hunera herêmê vejînin.

​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin
​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin
​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin
​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin
​​​​​​​Navendên Tirbespiyê yên hunerê behreyên zarokan bi pêş dixin
12 ÇILE, 2020   07:20
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Navendên Hêzil û Şehîd Sasûn ên çand û hunerê yên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ji bo pêşxistina afirîneriyên zarokan di warê çand û hunerê de dixebitin. Navend di vê çarçoveyê de dewriyeyên perwerdeyê yên gelek beşên çand û hunerê vedikin. Niha 68 şagirt li ser şano, muzîk û hunerên folklorê pêkhateyên herêmê  têne perwerdekirin.

Navçeya Tirbespiyê ya dikeve rojhilatê kantona Qamişlo bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin. Kurd, Ereb, Suryan û êzidî lê hene.

Navenda Hêzil, ji bo 30 zarokan dewreyên perwerdeyê yên şano, muzik û dîlanên folklorîk vekiriye, perwerde ji aliyê mamosteyên pispor ve tê dayîn.

Rêvebera navendê Bêrîvan Silo diyar kir ku navend perwerdekirina zarokan li ser çand, huner û folklora resen a pêkhateyên herêmê armanc dike. Bêrîvan anî ziman ku rêveberiya Navenda Hêzil a Çand û Hunerê serdana dibistan û malan dike da ku navendê bi wan dide nasîn û zarok û şêniyan teşwîq bike ku ferî muzîk, çand û hunera herêmê bibin.

Navenda Şehîd Sasûn a li bajarokê Maşûq ê Tirbespiyê jî 38 zarokan li ser lêdana ûd, gîtar û defê perwerde dike û amadekariyên vekirina dewreyên dîlanên folklorîk dike.

Rêveberiya Navenda Şehîd Sasûn Kajîn Hisên diyar kir navend pêşwaziya hemû zarokên ku dixwaza afrîneriyên xwe bi pêş bixin, pêşwazî dike û got: "Navend alavên muzîkê ji bo şagirtan peyda dike."

Şagirta bi navê Meys Osê ku li Navenda Şehîd Sasûn got: "Em di vê navendê de perwerdeyên baş dibînin."

Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil di sala 1988‘an de ji aliyê şehîd Xebat Dogan û komeke hunermendên navçeyê ve hate avakirin û heta niha xebatên xwe didomîne. Navenda Şehîd Sasûn beriya salekê li bajarokê Maşûq hate vekirin û her meh pêşwaziya şagirtan dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tkSfFwmigRk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>